Li kantona Cizîrê pîrozbahiyên 1ˊê Gulanê

Li kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 1ˊê Gulanê şahî hatin lidarxistin. Beşdaran diyar kir ku ew bi kedên ji bo avakirina welatekî tê de hemû xwedî maf û erkên wekhev bin, serbilind in.

1 gulan, 2024   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 şahî hatin lidarxistin. Şahî li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê hatin organîzekirin. Şahî ji aliyê TEV-DEMˊê ve bi diruşma ˊEm ê bi hêza karkeran neteweya demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadîˊ hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê Yekitiya Kedkaran a Hesekê li Qada Serdem a Çand û Hunerê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de hevseroka TEV-DEMˊê Rûken Ehmed 1ˊê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî karkeran pîroz kir.

Rûken wiha got: "Em Roja Karkeran li tevahî kedkaran, HPGˊê, YPJˊê û YPGˊê pîroz dikin. Ji ber ku wan gelên herêmê ji qirêjiya terorê û binpêkirinan paratastin."

Rûken wiha domand: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya vîna tevahî gelên herêmê dike. Bi saya wan dijmin nikarî hermên din dagir bike."

Rûken di dawiyê de got rola karkeran di civakan de ya bingehîn e, ji ber ku pêdiviya tevahî civakan pêk tîne.

Di şahiyê de koma Zelal a stranan, koma Girê Stêrk, hunermend Teleb Nazir, koma Tolhildan û koma Şoreş hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di şahiyê de dîlanên folklorîk hatin gerandin.

Dûre koma Saykofa ya Ermenî hin şano û stranên ermeniyan û pêkhateyên herêmê pêşkêş bike.

Di dawiyê de hunermend Lawîn Seîd Yûsif stran pêşkêş kirin.

QAMIŞLO

Bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê (1’ê Gulanê) li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ji aliyê TEV-DEM’ê ve şahîyek hate lidarxistin. Şahî li Parka Azadî ya Qamişloyê bi beşdariya bi hezaran şêniyan hat lidarxistin.

Di şahiyê de hevserokê TEV-DEMˊê Xerîb Hiso Cejna 1’ê Gulanê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan û hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kir.

Hiso bal kişand ser keda karkeran û behsa rola karkeran di pêşxistina civakê de kir û wiha got: “Di asta cîhanê de di warê berxwedanê de li hemberî zilma pergala Kapîtalîzmê beşa herî grîng, beşê karker û kedkara ye.  Pergala kapîtalîzmê her tim dixwest civaka xwezayî  bipelçiqîne û bê rol bihêle. Lê bi saya têkoşîn û berxwedana karkeran civakê li hember desthilatdaran serî netewand û asta têkoşînê bilind kir. Her wiha pira yekitî û hevgirtinê dan avakirin.”

Hevseroka Meclisa Qamişlo Rohat Xelîl, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna kedkaran û diyar kir ku yên herî zêde ji bo avakirina civakê tê dikoşin karker in.

Piştî axaftinê koma Cudî ya stranan û hin hûnermendên gelêrî stranên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha koma Şehîdên Qereçox û koma Şehîd Ezda ya govendê hûnerên xwe pêkêş kirin.

Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

DÊRIK

Bi sedan xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legîn, Çilaxa û Til Koçer li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrikê kom bûn û beşdarî şahiya 1ˊê Gulanê bûn.

Di şahiyê de hevserokê Komîteya Kedkaran Şêro Mihemed 1ˊê Gulanê li tevahî karker û kedkaran pîroz kir û got: "Çîna kedkar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira avakirina neteweya demokratîk û jiyana hevbeş de xebitîn."

Dûre komên Agirî, Alniya û Ribûi El Cizîrê, hunermend Hesen Dêrik û Sîpan Xelat stran pêşkêş kirin.

Her wiha koma Bint Ereb a Til Koçerê dîlan pêşkêş kir.

Çalakî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

 (fr)

ANHA