Salvegera 14’an a şoreşa Sûriyeyê… ji destpêkê heya rûxandina rejîmê qonaxên girîng - 1
Şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir, bi destwerdanên derve ji xeta xwe derket. Israra rejîma Esed di siyaseta xwe ya çewisandin û înkarê de û binpêkirinên wê yên li dijî gel, her wiha destwerdana dewleta Tirk û piştgiriya wê ya ji bo komên çete û dagirkirina wê ya li hin deverên Sûriyeyê, bûn sedema gurkirina aloziyê. Di salvegera 14’an a aloziyê de guhertineke stratejîk li welat rû da, ew jî rûxandina rejîma Esed bû.

Di salên dawîn de li Sûriyeyê gelek bûyer û geşedanên girîng rû dan. Girêdana rejîma Esed bi siyasta înkarê û nêzîkatiyên muxalefetê re ku bû amûrek û çete di destê dewleta Tirk a dagirker de, gelek sedem û faktor hene ku bûne sedema kûrkirina aloziya Sûriyeyê.
Em ê di vê dosyayê de ku ji 2 beşan pêk tê, balê bikêşin ser qonaxên aloziya Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir.
ÇIRÛSK LI BAŞÛR PÊKET
Bi belavbûna pêla ‘Bihara Ereban’ re, gelê Sûriyeyê di 15’ê Adara 2011’ê de li hemberî polîtîkayên rejîma Esed dest bi xwepêşandanan kir. Xwepêşandanan li Derayê ya li başûrê Sûriyeyê dest pê kir û bi lez belavî herêmên din ên Sûriyeyê bûn. Li bajarê Himsê û gundewarên Şamê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin, lê hêzên rejîma Sûriyeyê tundî li xwepêşandêran kir. Di encamê de qurbanî çêbûn. Dema hêzên rejîmê ketin bajarê Himsê, qurbaniyên zêdetir çêbûn.
Di Adara heman salê de hikumeta Şamê hêzeke leşkerî ya mezin ber bi Himsê ve şand û êrişî taxa Bab Amir kir. Piştî şerekî dijwar ku derdora 26 rojan dewam kir, rejîma Sûriyeyê ragihand ku tax kontrol kiriye. Di Tîrmehê de medyaya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku wezîrê wê yê parastinê Dawûd Racîha û cîgirê wî Asif Şewket, alîkarê cîgirê Beşar Esed di êrişa bombeyî ya li dijî avahiya "Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê" ya li taxa Rewda ya Şamê de hatine kuştin.
DEWLETA TIRK SÛRIYE BI ÇETEYAN DAGIRT
Tevî ku ku komên çekdar li hemberî rejîma Esed pêş ketin û derbasî gelek bajarên Sûriyeyê bûn, rejîmê ji tirsa ku hêza wê hilweşe stratejî û planên xwe guhertin û giranî da bajarên stratejîk ên girîng ku wek “Sûriyeya bisiûd” tên binavkirin. Îranê jî ji bo piştevaniyê bide rejîma Esed, tevî Hizbullaha Lubnanê, komên şîe şandin Sûriyeyê. Lê ji ber pêşdeçûnên komên çete yên mîna Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê rewş tevlihev bû.
Dewleta Tirk balafirgehên xwe ji bo pêşwazîkirina çeteyên ji welatên cuda yên cîhanê vekirin û ew derbasî Sûriyeyê kirin. Her wiha di sînorê wê de çek, desteka madî, manewî û tendustî ji bo çeteyên li Sûriyeyê dişandin. Îranê jî hêzên şîe anîn Sûriyeyê da ku li kêleka rejîma Sûriyeyê şer bikin.
DAIŞ KET XETA ALOZIYÊ
Bi zêdebûna hatina çeteyên biyanî ji çar aliyên cîhanê re, çeteyên DAIŞ`ê di havîna 2014`an de, destpêkê bajarê Mûsilê yê Iraqê, deverên berfireh ên Sûriyeyê û Iraqê dagir kirin û di 29’ê Hezîranê de "paytexta xîlafetê" li bajarê Reqayê ragihand. Paşê jî piraniya Dêrazorê dagir kir, her wiha li beşên Heleb, Idlib, Hema, gundewarên Şamê û herêmên din ên Sûriyeyê anku derdora nîvê erdnîgariya Sûriyeyê dagir kir.
RÛSYA DESTWERDANÊ DIKE
Di 2014`an de hêzên rejîma Sûriyeyê bi têkçûneke mezin re rû bi rû man, komên çekdar û bi taybet Cebheta El Nusra rûberên berfireh ên Heleb, Idlib, Hema, Dera, Hums, Qûneytîrayê dagir kirin, hêzên rejîmê li bajarên sereke tenê man.
Di encama van bûyeran de Rûsyayê destwerdan kir û di Tebaxa 2015`an de bi rejîmê re lihevkirinek îmze kir. Li gorî peymanê, hêzên leşkerî yên Rûsyayê dikarin baregeha Himêmîm her demê bêyî berdêl û heta demek ne diyar bi kar bînin. Di Îlona 2015`an de Rûsyayê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê xurttir kir.
LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HEVPEYMANA CIVAKÎ Û HILBIJARTIN
Bi têkçûna hêzên hikumeta Şamê û vekişandina wan ji herêmên Sûriyeyê re, gelê wan herêman bi tenê li hember rêxistinên mîna DAIŞ û Cebhet El Nusrayê rû bi rû hiştin. Li ser vê yekê gelê herêmên , Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. YPG û YPJ’ê erka parastina her sê kantonên Rêveberiya Xweser (Efrîn, Cizîr, Kobanê) yên ku di Çileya 2014`an hatibûn îlankirin. Rêveberiya Xweser berfireh bû û herêmên din Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girte nava xwe.
Rêveberiya Xweser rêgeza neteweya demokratîk û xwîşk û biratiya gelan pêk tîne. Rêveberiyê hemû pêkhateyên herêmê anîn cem hev, aştiya navxweyî parast, saziyên xizmetê yên Sûriyeyê parastin û bi rêya saziyên sivîl yên li gorî aboriya civakî, ew sazî bi pêş xistin. Her wiha pêdiviiyên sereke yên welatiyan pêşwazî kir û bi rêya sîstema hevserokatiyê rola jinan xurt kir.
LI SÛRIYEYÊ HÊZÊN DYA’YÊ
Rêveberiya DYA’yê wêrekî û berxwedana YPJ û YPG’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dişpand. Piştî ragihandina avakirina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, koalîsyonê desteka hewayî da YPG û YPJ’ê, bi taybet di cenga Kobanê ya sala 2014’an de. Ev destek bi avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re û heta niha dewam dike.
QSD, gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mîna Minbic, Reqa, Dêrazor ji çeteyên DAIŞ rizgar kir û rûxandina "xîlafeta DAIŞ’ê" ragihand.
CIVÎNÊN ASTANAYÊ
Rûsya bi îdiaya çareserkirina aloziya Sûriyeyê 21 torên civînan li Astanayê hatin lidarxistin. Tora yekemîn 23’ê Çileya 2017’an dest pê kir. Lê armanc û encamên nîqaşên van civînên ku bêyî xwediyên aloziyê hatin lidarxistin, diyar bûn. Armanc ew bû ku lihevkirinên Rûsya-Tirkiye berdewam bikin û şerê li dijî projeya Rêveberiya Xweser were kirin. Di encamên lihevkirinên li Astanayê de dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, beşek ji gundewarên Idlib, Laziqiyê û Helebê dagir kirin. Li beramberî vê jî Rûsyayê hişt ku rejîma Esed deverên berfireh careke din bixe bin kontrola xwe. Di van civînan de komên çekdar li bakurê rojavayê Sûriyeyê, bi taybetî li Idlibê hatin komkirin. Van koman li hemberî hevalbendên xwe yên Astanayê derbe pêk anîn û rejîma Esed di 8’ê Kanûna 2024’an de hilweşandin.
Muxalifê sûriyeyî Elî Emîn der barê qonaxên şoreşa Sûriyeyê û guhertinên wî ji ajansa me re axivî. Elî Emîn diyar kir ku reejîma Esed, Sûriye, gelê wê û şaristaniya wê ji bo xizmeta desthilata xwe bi kar dianîn û gendelî li welat belav kiribû, lê Şoreşa Sûriyê ji bo rizgarkirina Sûriyê, xelkê wê û şaristaniya wê ji lepên dîktatoriya Esed di 15’ê Adara 2011’an dest pê kir.
Elî Emîn destnîşan kir ku Şoreşa Sûriyeyî bi awayekî aştiyane û şaristanî li seranserî Sûriyê pêk hat û got: " Di xwenîşandanên aştiyane de her kes bi armanca rûxandina rejîma Esed û avakirina Sûriyê li ser bingehên şaristanî, ti ferqek di navbera Ereb û Kurd, Xiristiyan û Misilmanan de çênebû. Lê rejîma Esed bi top, balafir, kuştin, wêrankirin û leşkerkirina çeteyên Îranî û Rûsî, Hizbullah û komên terorîst ên cîhadî bersiv da şaxê zeytûnê yê ku ji aliyê Sûriyê ve hatibû hildan. Sûriyê û binesaziya wê wêran kir, bêtirî milyonek kes kuştin, 12 milyon kes koçberî welatên derdorê kir û ji dagirkirina bakurê Sûriyê bi dewleta Tirk a dagirker re li hev kir."
SIBE: Em ê balê bikişînin ser binkeftinên civînên navneteweyî yên bi îdiaya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, regehên nêzîkbûna rejîma Sûriye û dewleta Tirk a dagirker, normalîzekirina erebî bi rejîma Sûriyeyê, qonaxên rûxandina rejîma Sûriyeyê, hêviyên sûriyeyan ên serxistina armancên şoreşê û astengiyên li pêşiya wan.
(bb)
ANHA