Rûsyayê bajarokek Kharkivê kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bajarokê Khrybuni yê li herêma Kharkivê kontrol kiriye û diyar kir ku di nava 24 saetan de 505 dronên Ukraynayê hatine xistin.

Rûsyayê bajarokek Kharkivê kontrol kir
27 îlon, 2026   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro daxuyand ku hêzên wê bajarokê Khrybuni yê li herêma Kharkivê ya rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye.

Wezaretê diyar kir ku hêzên wê li çend eniyan pêşveçûna xwe didomînin û dorpêçkirina yekîneyên Ukraynayê yên li bakurê rojhilatê Kharkivê tengtir dikin, di heman demê de êrişên ji bo kontrolkirina bajarokên Grachovka, Lukashovo, Nesternoye û Prikolutnoye jî berdewam dikin.

Wezaretê da zanîn ku hêzên wê li Dobropolye ya herêma Donetskê 94 avahî kontrol kirine.

Wezaretê destnîşan kir ku pergalên berevaniya esîmanî yên Rûsyayê di nava 24 saetên borî de 4 bombeyên esîmanî yên bi rêberiya lazerê, mûşekeke HIMARS û 505 dronên Ukraynayê îmha kirine.

(f)