Di navenda pêşbaziya aborî de rêya M4

Rêya navneteweyî ya M4, piştî şerê li Sûriyeyê veguheriye qadeke pêşbaziya aborî di navbera hêzên herêmî de û wek korîdoreke bazirganiyê ya stratejîk ji Deryaya Spî heta Iraqê derdikeve pêş.

Di navenda pêşbaziya aborî de rêya M4
29 hezîran, 2026   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Piştî şerê navxweyî ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, welêt ne tenê ji aliyê leşkerî û siyasî ve, di heman demê de ji aliyê aborî ve jî kete nav veguherîneke mezin. Îro, li deverên ku şer bi piranî lê bi dawî bûye, têkoşîneke nû diqewime. Ev têkoşîn ne bi çekan, lê bi rêya korîdorên bazirganiyê, xetên enerjiyê, benderan, deriyên sînor û torên lojîstîkê tê meşandin. Di dilê vê pêşbaziyê de Rêya Navneteweyî ya M4, rêya veguhastinê ya herî girîng a Sûriyeyê derdikeve pêş. 

M4: KORÎDOREKE STRATEJÎK A 682 KM

Rêya M4 ku bi qasî 682 kîlometre dirêj e, ji bendera Lazkiyeyê ya li perava Deryaya Spî dest pê dike, di Cisr El Şuxur, Erîha, Serakib, Heleb, Reqa, Til Temir, Hesekê û Qamişlo re heta deriyê sînor ê Til Koçerê (Rabîa) yê bi Iraqê re dirêj dibe. Di heman demê de wek korîdorek stratejîk di dilê têkoşîna hêza aborî ya di navbera hêzên herêmî de tê dîtin. Beşeke girîng a rê di navbera 20 û 30 kîlometreyan de ji sînorê Tirkiyeyê dûr e, ji ber vê yekê ji alî polîtîkayên aborî û ewlehiyê ve cihekî krîtîk e.

M4 IRAQÊ DIGIHÎNE DERYAYA SPÎ

M4 rêya herî kurt e ku zeviyên petrolê, navendên çandiniyê û deriyên sînor ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi Deryaya Spî ve girê dide. Rê bi rêya bendera Lazkiyeyê ber bi Deryaya Spî ve vedibe û li rojhilat digihêje deriyê sînor ê Til Koçer ê bi Iraqê re.

Xebitandina tevahî ya vê korîdorê dikare veguhastina kel û pelên bazirganî ji Iraqê ber bi Deryaya Spî û dûre jî ber bi Ewropayê ve bigihîne. Ew dikare stûna bazirganiya bejahî ya ku di navbera welatên Kendavê û Tirkiyeyê de jî pêk bîne.

Yek ji faktorên herî girîng ên ku girîngiya stratejîk a M4 zêde dike, pevgirêdana wê bi Rêya Navneteweyî ya M5 re ya li nêzîkî Serakibê ye. Bi saya vê girêdanê, herikîna bazirganiyê li ser xeta Şam, Hums, Hama û Helebê bi rêya rojhilat-rojava ve girêdayî ye ku M4’ê dike yek ji stûnên lojîstîkî yên herî krîtîk ên Sûriyeyê.

Ji ber vê yekê, kontrola li ser M4 ne tenê pirsgirêkeke ewlehiyê ye, lê di heman demê de hêzeke aborî jî temsîl dike ku dikare bi milyaran dolaran ji qebareya bazirganiyê bi rê ve bibe.

M4: DI ŞERÊ NAVXWEYÎ DE XALEKE SEREKE

Di tevahiya şer de ku di sala 2011’an de dest pê kir, rêya sereke ya M4 gelek caran di navbera hêzên cuda de guherî. Beşên cuda yên rê xalên sereke bûn ji bo guhertinên di hevsengiya hêzê de di navbera hêzên rejîma Esed, komên cîhadîst, DAIŞ, QSD û komên çekdar ên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) yên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin.

Bi taybetî di pevçûnên li eniya Heleb, Idlib û Reqayê de, M4 bû navendek ji bo sewqiyatên leşkerî û xetên piştgiriya lojîstîk. Ji ber ku kontrola rê rasterast bandor li hevsengiya hêzê li ser erdê dikir, ji ber vê ew bû hedefa gelek êrişên mezin.

Piştî êrişa li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî a di Cotmeha 2019’an de ku ji alî Tirkiyeyê û komên çekdar ên SNA’yê yên girêdayî wê ve hate kirin, hin beşên rê rastî rêziknameyên ewlehiyê yên nû hatin. Li gorî peymanên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dewriyeyên hevbeş li ser M4 hatin kirin, gelek korîdorên ewlehiyê hatin avakirin û rê bi salan di bin dagirkeriyê de ji bazirganiyê û hatin û çûyîna sivîlan re hat girtin.

JI DAGIRKIRINA LEŞKERÎ BER BI BANDORA ABORÎ VE

Her çend di salên destpêkê yên şer de êrişên li ser M4’ê ji alî dagirkeriya leşkerî ve hatin dîtin jî, îro têkoşîna ji bo bandora aborî derdikeve pêş.

Aktorên herêmî û navneteweyî pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê wek derfeteke aborî dibînin. Tirkiye, Amerîka, Brîtanya, Îsraîl, Erebistana Siûdî û welatên Kendavê hewl didin bi rêbazên cuda bandorê li aboriya Sûriyeyê bikin.

Li gel ku hin derdor vê pêvajoyê wek "ji nû ve avakirina aborî" pênase dikin, derdorên din ên siyasî jî nirxandina "dagirkirina aborî" bi kar tînin. Ji ber ku di valahiya piştî şer de, bender, çavkaniyên enerjiyê, rêyên bazirganiyê û navendên lojîstîkê bûne qadên nû yên bandorê.

PLANA TIRKIYEYÊ: KORÎDORA KU JI DERYAYA SPÎ HETA KENDAVÊ DIRÊJ DIBE

Ji bo Tirkiyeyê, rêya M4 aliyê aborî yê siyaseta wê ya bakurê Sûriyeyê pêk tîne. Ji ber ku M4 rêyeke stratejîk e ku li ser xeta bakurê Sûriyeyê ye, paralel bi sînorê başûrê Tirkiyeyê re diçe. Cihê wê dike korîdoreke girîng ji bo herikîna bazirganî û lojîstîkê ya herêmî. Nêzîkbûna wê bi herêmên sînor re rê dide veguhastina bileztir û rasterasttir.

Projeya Rêya Rojhilata Navîn ku ji aliyê Enqereyê ve tê piştgirîkirin, armanc dike ku Tirkiyeyê bi rêya Sûriyeyê rasterast bi Urdun û welatên Kendavê ve girê bide. Ger ev proje pêk were, berhemên Tirkiyeyê dê di demeke kurttir de bigihêjin bazarên Kendavê.

Her wiha Tirkiye armanc dike ku bi vekirina xeta M4 beşeke girîng a bazirganiya Iraq û Kendavê bi tora xwe ya lojîstîkê ve entegre bike.

M4 BI SAYA PEYMANA 29’Ê ÇILEYÊ VEBÛ

Di 10’ê Adara de di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de ku di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, rêya M4 di navbera xeta Hesekê û Helebê de ji bo hatin û çûyînê hate vekirin. Piştî vê bi 2 mehan di meha Gulanê de ji Tirkiyeyê yekem karwanê barhilgiran di deriyê sînor ê Girê Spî re di rêya M4 re di deriyê sînor ê Til Koçer re derbasî Iraqê bû. Ji Iraqê jî balhilgirên petrolê ji deriyê sînor ê Til Koçer bi rêya M4 derbasî Sûriyeyê derbasî bendera Tartûs û Banyasê bûn. Di rewşa niha de rojane hem ji Iraq hem jî ji Tirkiyeyê kamyonên barhilgir bi rêya M4 çûn û hatinê dikin.

BAZAR Û NAVENDÊN BAZIRGANIYÊ LI SER M4’Ê

M4 ne tenê rêyeke ji bo wesayîtan e. Navendên bazirganiyê, herêmên pîşesaziyê û bazarên herêmî yên ku li ser rêyê bi pêş ketine jî girîngiyeke xwe ya mezin a aborî heye.

Navçeyên pîşesaziyê yên li dora Helebê, hilberîna çandiniyê ya Reqayê, çavkaniyên genim û enerjiyê yên Hesekê û potansiyela bazirganiya sînor a Qamişloyê, rêya M4 ji hêla aborî ve biqîmettir dikin.

Gelek bazirgan û veberhênerên li herêmê pêşbîn dikin ku di serdema piştî şer de li dora M4 navendên bazirganiyê yên mezin werin avakirin. Ji ber vê yekê, deverên ku rê tê re derbas dibe, ne tenê wekî navendên veguhastinê, lê di heman demê de wekî bazarên aborî yên siberojê jî têne hesibandin.

KORÎDOREKE NÛ JI IRAQÊ BER BI DERYAYA SPÎ VE DIRÊJ DIBE

Vekirina deriyê sînor ê Til Koçer (Rabîa) li Iraqê û destpêkirina nêzîk a veguhestina petrola Iraqê ji bo bendera Tartûs û Banyasê, dibe sedema ji nû ve nirxandina korîdorên enerjî û bazirganiyê yên ku bi rêya Sûriyeyê digihîjin Deryaya Spî. Ev pêşketin girîngiya stratejîk a rêya M4, ku yek ji damarên veguhestinê yên herî girîng ên rojhilat-rojavayê Sûriyeyê, zêdetir dikin.

Veguhestina petrol, berhemên çandiniyê û kelûpelên pîşesaziyê ji Iraqê bo benderên Sûriyeyê dikare li herêmê eksena bazirganiyê ya nû biafirîne.

Bi vekirina deriyê sînor a Til Koçer (Rabîa) li gor amarên Gerînendeya Giştî ya Gumrik û Deriyên Sînor, rojane 700 tankerên petrolê ji Iraqê derbasî Sûriyeyê dibin.

Hikumeta demkî, bi bacên gumrik û transîtê yên ji van tankeran têne girtin, mehê nêzîkî 30 milyon dolar qezenç dike. Tê payîn ku wê demê pêş de ev hejmarê derbasbûna tankeran wê zêdetir bibe.

ASTENGIYÊN HERÎ MEZIN: EWLEHÎ Û BINESAZÎ

Her çend korîdorên bazirganiyê dîsa ketine rojevê jî, Sûriye hîn jî bi pirsgirêkên cidî yê ewlehî, siyasî, aborî, civakî re rû bi rû ye.

Bûyerên siyasî û leşkerî di dema hikumeta demkî de li Sûriyeyê (êrişên li ser Siweydayê, komkujiyên Elewiyan, nebicîhanîna Peymana 29’ê Çileyê, kontrola Îsraîlê li ser başûrê Sûriyeyê, hwd.), gefa berdewam a DAIŞ’ê, pevçûnên herêmî yên berdewam, û zirara berfireh a rê û piran ji ber şer di nav astengiyên sereke yên bazirganiyê de ne.

Xebatên tamîrkirinê li ser pir, xaçerê û beşên rêyan ên ku ji ber şer bi giranî zirar dîtine berdewam dikin. Projeyên nûjenkirina binesaziyê, nemaze li ser xeta Heleb-Lazkiyeyê, ji bo ku korîdor dîsa bi tevahî bixebite girîng in.

Hikumeta demkî otobanên M4 û M5 di nav projeyên pêşîn de ji bo vejîna aboriya Sûriyeyê dibîne.

DAXWAZÊN NAKOK Û PÊŞBIRKA JEOPOLÎTÎK

M4 di demên dawîn de di navenda nîqaşên cuda yên jeopolîtîk de jî bûye rojeveke sereke.

Li gorî hin nîqaşên dawî, hatiye îdiakirin ku mafên xebitandin an birêvebirina demdirêj ji bo hin beşên rêya M4 ji Tirkiyeyê re hatine veguheztin an kirêkirin. Bi taybetî di îdîayê de diyar dikin ku di rêveberiya lojîstîk, prosedurên gumrikê û ewlehiyê de li ser xeta Heleb-Lazkiyeyê de derfetên berfireh dane Tirkiyeyê.

Lê belê, ev îdia hîn ji aliyê rayedaran ve bi fermî nehatine piştrastkirin. Daxuyaniyên rayedarên Tirkiye û Sûriyeyê bêtir li ser ji nû ve destpêkirina bazirganiyê, tamîrkirina binesaziyê û pêşxistina hevkariya aborî disekinin.

Ev nîqaş aşkera dikin ku M4 ne tenê wek rêyeke veguhastinê, lê di heman demê de wek korîdoreke aborî ya stratejîk jî tê dîtin ku bandorê li hevsengiyên hêza herêmî dike.

TÊKOŞÎNA LI SER M4’Ê: SIBEROJA SÛRIYEYÊ

Pêşbirka ku niha li ser M4 diqewime ne tenê li ser kontrolkirina rêyên bazirganiyê ye. Ev têkoşîn rasterast bi pirsa kî dê siberoja aborî ya Sûriyeyê piştî şer şekil bide û bandora xwe li ser ava bike ve girêdayî ye.

Ev korîdor ku li cihekî ye ku boriyên enerjiyê, rêyên bazirganiyê, torên lojîstîkê û hevsengiyên hêza herêmî ji Deryaya Spî heta sînorê Iraqê lê dirêj dibin.

Bihesibînin ku korîdorên nû yên bazirganî û enerjiyê yên li Rojhilata Navîn derdikevin holê, girîngiya M4 bêtir zêde dikin. Tê texmînkirin ku ger rê bi tevahî bixebite, toreke lojîstîkê ya nû dikare di navbera benderên Deryaya Spî, Iraq û welatên Kendavê de were avakirin.

Ji ber vê yekê, rêya M4 dê di salên pêş de di pêşketinên aborî, siyasî û jeopolîtîk ên li Sûriyeyê de roleke navendî bilîze. Dahatûya rê dê her wiha nîşan bide ka piştî şer Sûriye dê bibe xwedî çi cure avaniya aborî.

ANHA