‘Banga Rêbertî nexşerêya pêvajoya aştiyê ye’
Rêveberên bajarê Şedadê destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan banga rizgarkirina Rojhilata Navîn e, nexşerêya pêvajoya aştiyê ye û rêya demokratîk a bi armanca pêkanîna aramî û jiyana hevbeş a gelan e.

Rêveberên bajarê Şedadê der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Rêvebera Meclisa Bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê Îman Remedan got, banga Rêber Abdullah Ocalan ne nû ye û got: "Rêberê neteweyî Abdullah Ocalan her tim banga aştî, jiyana hevbeş, wekhevî û edaletê ji bo tevahiya gelan dike."
Îman Remedan anî ziman ku banga Rêber Abdullah Ocalan îradeya têkoşînê ya gelan xurt dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Azadiya me bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye. Em ê heya pêkanîna vê armancên berxwedanê bidomînin."
Rêveberê nivîsgeha PYD’ê ya bajarê Şedadê Mihêdî El Dixêm jî bi van gotinan bal kişand ser girîngiya banga Rêber Abdullah Ocalan: "Nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê şandiye banga rizgarkirina Rojhilata Navîn e, banga aştiyê ji bo tevahiya pêkhateyan e. Ev bang giraniyê dide demokrasiya ku li ser esasê wê dîrok û çanda hevbeş ava dibin."
El Dixêm banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bi "nexşerêya pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn û beşek ji regeha demokratîk a bi armanca pêkanîna istiqrar, jiyana hevbeş a di navbera gelan de" bi nav kir.
(bb)
ANHA