Ji damezrandina Sûriyeyê heta niha rewşa parlamentoyê çawa hat guhertin?

Nûnertiya Kurdan di parlementoya Sûriyeyê de ji damezrandina dewleta Sûriyeyê ve di gelek pêvajoyên girîng  re derbas bûye. Destpêka avakirina dewletê kesayetiyên navdar ên Kurd tevlî perlemantoyê bûn, di demên şûn de bi serdestiya yek partiyê ev nûnertî kêm bû, niha jî mijara hevkariya siyasî û naskirina destûrî ketiye rojevê.

Ji damezrandina Sûriyeyê heta niha rewşa parlamentoyê çawa hat guhertin?
4 hezîran, 2026   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartina endamên parlementoyê li herêmên Kurdî yên Sûriyeyê di nav boykotên berfireh û rexneyên tûj ên Kurdan de pêk hat. Der barê nûnertiya sînorkirî ya Kurdan û nebûna hevkariya siyasî ya rastîn gengeşeyên berferh tên kirin û mijara paşguhkirin û dûrxistinê di saziyên dewleta Sûriyeyê ku bi dehsalan li ser Kurdan hatiye ferzkirin, ji nû ve anî rojevê.

DESTPÊK: KONGREYA GIŞTÎ YA SÛRIYEYÊ Û PARLAMENTOYÊN YEKEM (1919-1946)

Bi damezrandina "Kongreya Giştî ya Sûriyeyê" di sala 1919an de li Şamê, ku wekî yekem organa sagonsaziyê ya Sûriyeyê ya nûjen tê hesibandin, kesayetiyên navdar ên Kurd di nav elîtên siyasî û leşkerî yên welêt de beşdar bûn, di demekê de ku nasnameya neteweyî ne diyarkerê sereke yê çalakiya siyasî bû.

Di nav kesayetiyên navdar ên Kurd ên wê serdemê de ev kes hebûn: Yusuf El Ezma, Wezîrê Şer û fermandarê Şerê Meyselûnê; Cemîl Merdem Beg, kesayetiyek pêşeng di Bloka Neteweyî de, ku ji malbateke bi eslê xwe Kurd bû; û Fexrî El Barûdî, siyasetmedarê navdar ê Şamê yê bi eslê xwe Kurd.

Di dema parlamentoyên ku di dema Desthilata Fransî de û paşê piştî serxwebûnê di sala 1946an de hatine damezrandin de, çend nûnerên Kurd ji Heleb, Cizîre û Şamê hatin hilbijartin, lê ne wek nûnerên Kurdan bûn. Hevrêziyên siyasî li ser bingeha partî û tevgerên kevneşopî bûn.

SERDEMA DARBEYÊN LEŞKERÎ Û YEKÎTÎYA BI MISIRÊ RE (1949–1963)

 Di navbera salên 1949 û 1963an de, li Sûrîye rêze darbeyên leşkerî pêk hatin ku rewşa wê ya siyasî û parlamentoyî guherand. Di vê serdemê de, efser û siyasetmedarên Kurd di dewletê de rolên girîng lîstin, yên herî berbiçav: Husnî El Ze'îm, yekem serokê Sûriyeyê ku bi darbeyek leşkerî di sala 1949an de desthilatdarî bi dest xist; Fewzî Silo, ku di sala 1951an de serokatiyê bû serok; û Edîb Şîşeklî, ku di nav hikûmeta xwe de xwe gelek kesayetên Kurd û eşîrî  erkdar kirin.

Di parlementoya salên 1950an de, navên Kurdî di nav endamên serbixwe an jî yên ku bi partiyên neteweperest û çepgir ve girêdayî ne, bi taybetî ji parêzgehên Hesekê û Helebê, xuya bûn. Lêbelê, temsîlkirin takekesî ma û ne li ser bingeha naskirina fermî ya doza Kurdî bû.

Bi damezrandina Komara Erebî ya Yekbûyî di navbera Sûriyeyê û Misrê de di sala 1958an de, çalakiya siyasî ya Kurdan kêm bû, û dewletê dest bi pêkanîna gotarek neteweperestiya Ereb a hişktir li hember nasnameyên ne-Ereb kir.

PIŞTÎ BAASÊ Û SERJIMÊRIYA AWARTE: DESTPÊKA PAŞKETINA SIYASÎ (1963–1970)

Piştî ku Partiya Baas di sala 1963an de hat ser desthilatê, pirsgirêka Kurd ket qonaxek nû ku zext û êrişa siyasî û ewlehî li Kurdan zêde bû, bi taybetî piştî serjimêriya awarte li Hesekê di sala 1962an de, ku ji zêdetirî 120 hezar Kurdan bê nasnameya û hemwelatîbûna Sûriyê man.

Di parlementoyên ku di vê serdemê de hatine damezrandin de, nûnertiya Kurdên serbixwe kêm bû, di heman demê de beşdarbûn bi kesayetên nêzîkî rejîmê an jî yên girêdayî Partiya Baasê ve sînordar bû, bi giranî kesayetên eşîrî yên ji Hesekê û herêma Cizîrê.

Di vê serdemê de, partiyên Kurdên Sûriyeyê bi awayekî nepenî dest bi derketinê kirin, bi taybetî Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Partî), ku di sala 1957an de hatiye damezrandin. Lêbelê, ew ji hêla qanûnî ve qedexe bû û di parlementoyê de bê temsîl ma.

SERDEMA HAFIZ EL ESED: MECLÎSA GEL DI BIN SERDESTIYA ENIYA NETEWEYÎ DE (1971–2000)

Bi hatina Hafiz ElEsed bo ser desthilatê di sala 1970an de, Meclîsa Gel li gorî Destûra Bingehîn a 1973an bi şêweyê xwe yê daîmî hate damezrandin. Meclîs ket bin serdestiya Partiya Baas û Eniya Pêşverû ya Neteweyî.

Di wan dehsalan de, parlemento ji van pêk dihat: Endamên Partiya Baas, partiyên Eniya Neteweyî, serbixweyên nêzîkî rejîmê, û kesayetên eşîrî û olî.

Her çend nûnerên Kurd di piraniya demên parlementoyê de amade bûn jî, temsîla wan li gorî nifûsa Kurd a li welêt bi sînor ma, û beşdariya wan bi kesên nêzîkî rejîmê ve sînordar bû.

Di nav kesayetiyên Kurd ên ku di wê demê de derketin holê de ev kes hebûn: Mehmûd Axa, nûnerek ji herêma Cizîrê; kesayetiyên eşîrî ji Hesekê û Kobaniyê; û nûnerên nêzîkî rejîmê yên di lîsteyên Partiya Baas de.

Lêbelê, partiyên muxalefeta Kurd bi tevahî ji jiyana parlementoyê dûr man, di heman demê de çalakvanên wan rastî girtin û zilmê hatin, bi taybet piştî zêdebûna xwepêşandanên Kurdan di salên 1980 û 1990an de. Li gorî texmînên siyasî yên Kurd, rêjeya nûnerên Kurd di piraniya demên Meclîsa Gel de ji 3 heta 5 ji sedî derbas nebûye, her çend texmînên nifûsa Kurd li Sûriyeyê di navbera 10 û 15 ji sedî nifûsa giştî de ne.

Di hilbijartinên Meclîsa Gel a wê demê de, çend kesayetên Kurd ketin parlementoyê, yên herî berbiçav: Fuad Elîko, Mehmûd Dawûd, Ebdul Hemîd Hec Derwîş, Kemal Derwîş, Mihemed Merwan Zerkî, Merwan Şêxo û Osman silêman, ku di navbera salên 1990 û 1994an de wekî endamên parlementoyê xizmet kirin.

SERDEMA BEŞAR ESED: VEBÛNA SÎNORKIRÎ Û NÛNERTIYA ÇAVDÊRÎKIRÎ (2000–2011)

Bi hatina Beşar Esed ser desthilatê di sala 2000an de, li welat vebûnek siyasî ya sînorkirî pêk hat ku wekî "Bihara Şamê" tê zanîn, lê ev yek bandorek bingehîn li ser nûnertiya Kurdan nekir.

Lêbelê, bûyerên serhildana Qamişlo ya sala 2004an bû xalek werçerxê, ji ber ku bi dehan Kurd di xwepêşandanên berfireh ên Kurdan de hatin kuştin, ku valahiya di navbera dewlet û gelê Kurd de kûrtir kir û nîqaşa li ser nûnertiya siyasî ya rastîn a Kurdan di nav saziyên dewletê de ji nû ve geş kir.

PIŞTÎ 2011ˊAN: ŞERÊ SÛRIYEYÊ Û VEGUHERÎNA TÊGEHA NÛNERTIYÊ

Bi destpêkirina xwepêşandanên Sûriyeyê di 2011ˊan de dîmena siyasî ya Kurdan bi giştî hat guhertin. Hêz û partiyan roleke teware lîst. Ji wan jî "Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Encumana Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK).

Her wiha kesayetên siyasî û leşkerî yên Kurdî jî derketin û di dosyaya Sûriyeyê bûn lîstikvanê bingehîn, ji wan jî, Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed, Salih Muslim, Bedran Çiya Kurd, Aldar Xelîl û Foza Yûsif. Di dosyaya Kurdî de jî kesayeta wefatkirî Ebdulhemîd Hec Derwîş, Cemal Şêx Baqî, Mihemed Mûsa, kesayeta wefatkirî Hekem Xilo, Salih Gedo, Mihemed Îsmaîl û Fesle Yûsiv.

Di dirêjahiya salên şer de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya saziyên Rêveberiya Xweser ku pergala hevserokatiyê û nûnertiya neteweyî ya pirreng pêk aniye dihat birêvebirin. Li aliyekî din jî hikumeta Sûriyeyê li deverên xwe hilbijartinên Meclisa Gel dikirin.

Di hilbijartinên Meclisa Gel ên salên 2012, 2016 û 2020ˊan de hejmarek ji parlamenterên Kurd derbasî lîsteya desthilatê bûn, weke Hesen Xelîl û Omer Osê û hin kesayetên eşîrî û îdarî ji Hesekê û Qamişloyê.

Lê piranî partiyên Kurd ên muxalif û Rêveberiya Xweser rewatiya wan meclisan red kir û bi nûnertiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nakin wesif kirin.

QONAXA NIHA YA VEGUHÊZ: NÎQAŞA LI SER PARLAMENTOYA NÛ  (2025-2026)

Bi hilweşîna rejîma Baasê û destpêkirina qonaxa veguhêz, mijara temsîliyeta Kurdan bi hêz ji nû ve derket holê, nemaze piştî peymana 29ˊê Çileya 2026ˊan a di navbera hikumeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de.

Di avakirina dawî ya parlamentoya veguhêz de, Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Meclisa Gel hilbijartina van kesan ragihand: Kîm Husên Îbrahîm, Ridwan Osman Sîdo, Ebdulhelîm Xidir El Elî û Mehmûd Madî El Elî ji bo herêma Qamişloyê, Îbrahîm Mustefa El Elî, Omer Îsa Hayis û Fesla Yûsif jî ji bo herêma Hesekê; Aferhad Enwer Şahîn, Şewax Îbrahîm El Esaf jî ji bo Kobanê;  Rengîn Ebdo, Şêx Seîd Şêx Zada û Îmad Sîdo jî ji bo Efrînê.

Lê ev tayînkirin ji aliyê 21 partî û tevgerên Kurd ve hatin redkirin, ji wan tevger û partiyan; PYD, Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyeyê, Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyeyê, Kongra Star û TEV-DEM.

Van hêzû  partiyan bi bîr xist ku parlamentoya nû temsîla rast a Kurdan nake û mekanîzmaya tayînkirin jinûve hilberîna navendî û dûrxistinê bi şeklekî cuda ye.

JI "HEJMARA PARLEMENTERAN " BO "TEŞEYA DEWLETÊ"

Siyasetmedarên Kurd li Sûriyeyê diyar dikin ku pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê ji daxwaza tenê zêdekirina hejmara kursiyên parlemanî derbas bûye. Ew êdî bi awayekî berfireh li ser "şeklê pergala siyasî, nenavendîbûn, naskirina destûrî ya Kurdan, mafên zimanî û çandî û mekanîzmayên parvekirina hêz û dewlemendiyê nîqaş dikin.

Partiyên Kurdî diyar dikin ku her temsîliyeta parlemanî ya ku li ser garantiyên destûrî û hevkariya siyasî ya rastîn neyê avakirin, dê tenê sembolîk bimîne, her çend hejmara kursiyên ku ji Kurdan re hatine veqetandin zêde bibe jî.

Di navbera Kongreya Yekem a Sûriyeyê ya sala 1919ˊan û parlementoya veguhêz a ku niha tê avakirin de, pergalên siyasî, destûr û sînorên di nav welêt de guherîne, lê pirsa temsîliyeta Kurdan yek ji mijarên herî berbiçav di nîqaşa Sûriyeyê ya li ser nasname, hemwelatîbûn û pêşeroja dewletê de maye.

SEDEMÊN NÛNERATIYA LAWAZ A KURDAN DI PARLAMENTOYA SÛRIYEYÊ DE

1- NEBÛNA NASKIRINA DESTÛRÎ YA KURDAN WEKÎ PÊKHATEYEKE SEREKE YA SÛRIYEYÊ

Navendên lêkolînên Kurdî da zanîn ku yek ji sedemên herî berbiçav ên temsîla lawaz a Kurdan di parlamentoyên Sûriyeyê de nebûna naskirina destûrî ya aşkera ya wan wekî komeke etnîkî ya sereke li welêt e. Bi dehsalan e ku destûrên Sûriyeyê yên li pey hev Sûriyeyê wekî "dewleteke Ereb" nîşan didin, bêyî ku bi zelalî cihêrengiya wê ya etnîkî û çandî destnîşan bikin.

Ev yek bûye sedem ku temsîlatiya Kurdan wekî temsîlatiya kesan di nav hikumetê de were dermankirin, ne wekî hevkariyek siyasî ji bo komeke ku xwediyê mafên neteweyî, çandî û zimanî ye.

2- SERJIMÊRIYA AWARTE YA 1962ˊAN Û BÊPARKIRINA BI SEDAN HEZARAN KESÎ JI MAFÊN SIYASÎ

Kesayet û partiyên siyasî yên Kurd serjimêriya awarte ya ku di sala 1962ˊan de li Parêzgeha Hesekê pêk hat, wekî xalek girîng di temsîliyeta siyasî ya Kurdan de dibînin. Vê serjimêriyê ji zêdetirî 120,000 Kurdan re hemwelatîbûna Sûriyeyê ji dest da, hejmarek ku paşê bi zêdekirina zarok û neviyên wan gihîşt sed hezaran.

Lêkolîn nîşan didin ku ev yek beşek mezin ji nifûsê ji mafê dengdanê, namzetiyê û xebata di saziyên dewletê de bi dehan salan bê par hişt, ku rasterast bandor li hebûna wan a parlemanî û siyasî ya qels kir.

1-SIYASETA EREBKIRINÊ Û KEMBERA EREBÎ LI CIZÎRÊ

Çavkaniyên Kurd dibêjin ku projeya "Kembera Erebî" ku ji salên 1960ˊan vir ve li herêma Cizîra Sûriyeyê hatiye bicîhkirin, hişt ku binesaziya demografî û îdarî li herêmên ku piranî Kurd in, bi rêya bicihkirina malbatên ereb li seranserî sînor, jinûve belavkirina erdan û şêniyan, were guhartin.

Hêzên Kurd dibêjin ku van polîtîkayan hebûna siyasî û îdarî ya Kurdan di nav saziyên dewletê de, di nav de parlamento û rêveberiya herêmî, qels kiriye û hestek dûr û dirêj a paşguhkirinê bi cih kiriye.

2- SERDESTIYA PARTIYA BAAS Û DERXISTINA PARTIYÊN KURDÎ JI QADA SIYASÎ

Li gorî çavkaniyên Kurdî, serdestiya Partiya Baas û Cebhe El Weteniyê El Teqedumiyê li ser jiyana siyasî ji salên 1970ˊan vir ve, Meclisa Gel veguherand saziyek ku ji avahiya desthilatdariyê re xizmet dike, ne ku qadeke temsîlî ya reqabetê ye.

Wekî din, ji ber ku partiyên Kurdî bi dehsalan qedexe û bê ruxset man, wan nekarîn bi aşkera beşdarî hilbijartinan bibin an jî blokên siyasî yên serbixwe di nav parlamentoyê de ava bikin. Bi vî rengî beşdariya Kurdan sînordar kir û ew bi çarçoveya hêza serdest ve sînordar kir.

3-NÊZÎKATIYA EWLEHIYÊ JI BO PIRSGIRÊKA KURD LI ŞÛNA NÊZÎKATIYA SIYASÎ

Girêdayî mijarê, hikumetên Sûriyeyê pirsgirêka Kurd wekî dosyayek ewlehî û sînor nêzîk bû, ne wekî mijarek mafên siyasî û çandî ya girêdayî pêkhateyek bingehîn a welêt. Ev nêzîkatî bû sedema sînordarkirina çalakiyên siyasî û çandî yên Kurd û çewisandina partî û çalakvanan. Vê yekê bandor li beşdariya siyasî û temsîliyeta parlamenî ya Kurdan bi gelek salan kir.

NÛNERTIYA TAKEKESÎ LI ŞÛNA NÛNERTIYA SIYASÎ YA RASTÎN

Siyasetmedar, blok û hêzên siyasî îro diyar dikin ku piraniya nûnerên Kurd ên ku di dehsalên borî de ketine parlementoya Sûriyeyê, yan nûnerên desthilatdaran an jî kesayetên eşîrî û serbixwe yên bi avahiya fermî ya dewletê ve girêdayî bûn, ne nûnerên rastîn ên partî û tevgerên siyasî yên Kurdî bûn.

NAVENDÎBÛNA TUND A RÊVEBERIYA DEWLETA SÛRIYEYÊ

Heman alî nîşan didin ku navendîbûna siyasî û îdarî ya ku bi dehan salan Sûriyeyê bi rê ve biriye, roleke sereke di qelskirina temsîliyeta herêmî ya Kurd de lîstiye. Şamê di destnîşankirina parêzgar, berpirsên payebilind û kontrolkirina pêvajoyên hilbijartin û îdarî li deverên Kurdî de biryara dawî daye. Li gorî vê nêrînê, nebûna îdareyeke herêmî ya bi bandor rê li ber derketina holê ya temsîliyeta siyasî girtiye ku taybetmendiyên Cizîr, Kobanê, Efrîn û herêmên din nîşan dide.

PARÇEBÛNÊN DI NAVBERA PARTÎ Û HÊZÊN KURDÎ DE PIŞTÎ 2011ˊAN

Piştî destpêkirina krîza Sûriyeyê di 2011ˊan de, partiyên Kurdî bi pêşdeçûna Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ketin qonaxek nû. Lê belê, parçebûna siyasî ya di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û partîyên Rêveberiya Xweser de, ji bilî helwestên cuda yên li hember Şamê, opozîsyon û hêzên navneteweyî, bandorek neyînî li ser yekitiya helwesta Kurdan a têkildarî mijara temsîliyeta siyasî û parlemanî kir.

BANDORÊN HERÊMÎ Û NAKOKIYÊN SÎNORÎ

Pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê di dîrokê de ji aliyê hevsengiyên herêmî ve jî bandor bûye, nemaze ji ber parçebûna Kurdistanê û belavbûna civakên Kurd li Tirkiye, Iraq û Îranê. Ev yek bûye sedem ku hikumetên Sûriyeyê yên berê bi baldarî li hember her bilindbûna siyasî ya Kurd tev bigerin. hikumetan ji tirsa ku bandora wê li welatên cîran belav bibe an jî bibe pirsgirêkek herêmî ya sînorî nêzîkî pirsgirêka Kurd dibûn.

HELWESTA TIRKIYÊ Û ZEXTÊN TÊKILDARÎ PIRSGIRÊKA KURD

Bi heman awayî, helwesta dagirkeriya Tirkiyê li hember hêzên Kurdî li Sûriyê di salên dawî de roleke bi bandor lîstiye, nemaze piştî pêşdeçûna Rêveberiya Xweser û QSDˊê. Ji ber ku li gorî îdîayên rayedarên Tirkiyê û Sûriyeyê, mijara temsîliyeta Kurdan bi "hesabên ewlehî û herêmî yên tevlihev ên ku ji hundirê Sûriyeyê wêdetir diçin" ve girêdayî ye. Wê jî bandor li ser rêyên danûstandin û temsîliyeta siyasî ya Kurdan di nav saziyên dewleta Sûriyê de kiriye.

NEBÛNA LIHEVKIRINEK NAVNETEWEYÎ LI SER ŞÊWEYÊ ÇARESERIYEK SIYASÎ LI SÛRIYEYÊ

Digel nakokiyên navneteweyî yên berdewam ên li ser pêşeroja pergala siyasî ya Sûriyeyê û xwezaya rêveberiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bûye sedema bêîstîqrariya berdewam a li dora temsîliyeta Kurdan. Hêzên navneteweyî yên ku di şerê Sûriyeyê de beşdar in hîn li ser formuleke dawî ji bo avahiya dewletê, sînorên nenavendîbûnê, yan jî xwezaya naskirina Rêveberiya Xweser li hev nekirine. Ev yek beşdariya Kurdan di saziyên Sûriyeyê de, di nav de parlamento jî, ji garantiyên destûrî yên sabît bêtir bi hevsengiyên siyasî û leşkerî yên guherbar ve girêdayî kiriye.

BIKARANÎNA PIRSGIRÊKA KURD DI TÊKOŞÎNÊN SERWERIYA HERÊMÎ DE

Di dawiyê de, pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê di dehsalên dawî de bûye beşek ji têkoşîna serweriyê ya di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de, carinan wekî kaxezek danûstandinên siyasî û ewlehiyê di navbera Şam, Enqere, Tehran û aktorên din ên navneteweyî de tê hesibandin. Li gorî vê perspektîfê, vê rastiyê şansê gihîştina çareseriyek navxweyî ya aram ku temsîliyeta Kurdan a lihevkirî garantî dike, qels kiriye.

Di şopandina encam û weşanên navendên lêkolînê yên curbicur ên Kurdî, her wiha nivîskar, siyasetmedar, hêz û blokên siyasî yên Kurd û tiştên ku di kolanên Kurdan de derdikevin holê de, divê ev tişt werin kirin da ku temsîliyeta dadperwerane ya Kurdan li Sûriyeyê were misogerkirin û mafên wan ên destûrî werin misogerkirin:

Yekkrêzî û yekhelwestiya siyasî ya Kurdan û avakirina desthilateke siyasî ya hevbeş a Kurdî

Daxwaza garantiyên destûrî yên zelal

Naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke sereke ya Sûriyeyê

Garantîkirina mafên neteweyî, çandî û zimanî

Veguhestina ji temsîliyeta şeklî bo hevkariya siyasî

Xurtkirina nenavendîbûna siyasî û îdarî

Berfirehkirina desthilatên rêveberiya herêmî

Avakirina hevkariyên neteweyî bi pêkhateyên din ên Sûriyeyê re

Pêşxistina beşdariya siyasî û gelêrî ya Kurdan

Yekkirina pozîsyona danûstandinê ya Kurdan

Parastina doza Kurdî ji destwerdana herêmî

Piştgiriya diyaloga navxweyî ya kurdî

Xurtkirina hebûna Kurdan di saziyên dewletê de

Veberhênan li ser perwerde, çand û ragihandina Kurdî

Daxwaza hilbijartinên azad û temsîliyeta dadperwer

Redkirina polîtîkayên marjînalîzekirin û dûrxistinê

Bicihkirina prensîbên edalet, wekhevî û hemwelatîbûna hevbeş.

(k-fr)

ANHA