ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 3 – 2025
15 adar, 2025   02:00

 Rêveberên bajarê Şedadê destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan banga rizgarkirina Rojhilata Navîn e, nexşerêya pêvajoya aştiyê ye û rêya demokratîk a bi armanca pêkanîna aramî û jiyana hevbeş a gelan e. BI WÊNE

Şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir, bi destwerdanên derve ji xeta xwe derket. Israra rejîma Esed di siyaseta xwe ya çewisandin û înkarê de û binpêkirinên wê yên li dijî gel, her wiha destwerdana dewleta Tirk û piştgiriya wê ya ji bo komên çete û dagirkirina wê ya li hin deverên Sûriyeyê, bûn sedema gurkirina aloziyê. Di salvegera 14’an a aloziyê de guhertineke stratejîk li welat rû da, ew jî rûxandina rejîma Esed bû.

Li kantona Cizîrê amadekariyên Newrozê tên kirin. Dê li 7 qadan Newroz bê pîrozkirin. Rêveberiya Xweser dê têkildarî hûrgiliyên pîrozbahiyan, 17`ê Adarê li Qamişloyê daxuyaniyekê bide. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Tebqayê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek “mertalê parastina aştiya navxweyî” ku dikare pirengiya civaka Sûriyeyê bihewîne, wesifandin. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li dijî danezana destûrê ya desthiata Şamê, xwepêşandaneke girseyî li bajarê Qamişlo li dar dixe. Xwepêşandan ji çerxerêya Osman Sebrî des pê dike. (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Amûdê li dijî danezana destûrê ya desthilata Şamê xwepêşandaneke li dar dixirin, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo yekem agirê newrozê vêdixin û bi vê boneyê şahiyekê li dar dixin, li pêşiya avahiyê postê. (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN