Eraqçî: Em ji dan û standinan û ji şer re jî amade ne

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku welatê wî amade ye dan û standinan bi DYA‘yê re bike, di heman demê de ji her "rûbirûbûnekê" ku encamê wê şerekî wêranker be jî amade ye.

Eraqçî: Em ji dan û standinan û ji şer re jî amade ne
27 îlon, 2026   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvînekê li gel tora NBC‘ê de got, "Tehran sedemên redkirina pêşniyara Îranê ji aliyê DYA‘yê ve dipirse ku dê rewşa Kendavê û Tengava Hurmuzê asayî bike."

Eraqçî anî ziman ku eger DYA‘yê gavên diyarker biavêje hingî Îran amade ye Tengava Hurmuzê ji nû ve veke. Her wiha got "Daxwazên Îranê ne nû ne, lê girêdayî mafên me yên rêzgirtinê ye."

Ebas Eraqçî destnîşan kir ku "Îran şerê dijminane yê ku berê 8 mehan dest pê kir naxwaze, lê dixwaze şer were rawestandin û qedexeyên li ser pereyên wê yên cemidandî werin rakirin."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got, Tehran guh nade hilbijartinên nûjen ên navînî yên DYA‘yê, lê giraniyê dide berjewendiyên xwe yên nîştimanî. Eraqçî îşaret pê kir ku welatê wî ji dan û standinan re amade ye, lê di heman demê de ji her "rûbirûbûnekê" ku encamê wê şerekî wêranker be jî amade ye.

(bb)