Bexda û Washingtonê li ser girtiyên ji Sûriyeyê hatine veguhastin nîqaş kirin

Wezîrê Dadê yê Iraqê ligel Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê mijara girtiyên ku ji Sûriyeyê hatine veguhestin, hevkariya yasayî û dadwerî ya di navbera her du aliyan de gotûbêj kir.

Bexda û Washingtonê li ser girtiyên ji Sûriyeyê hatine veguhastin nîqaş kirin
27 îlon, 2026   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şewanî îro ligel berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê yê li Bexdayê Stephen Fagin civiya. Her du aliyan mijara girtiyên biyanî, hevkariya yasayî û dadwerî gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyeke Wezareta Dadê ya der barê mijarê de de hat gotin: "Wezîr Şewanî pêşwaziya balyoz Fagin kir. Di civînê de çend mijarên têkildarî berjewendiya hevbeş bi taybet jî girtiyên biyanî yên ji Sûriyeyê bo Iraqê hatin veguhestin, rêyên bihêzkirina hevkariya dualî di warên yasayî û dadwerî de hatin gotûbêjkirin."

Li gorî daxuyaniyê, Fagin spasî pêşkêşî hikumeta Iraqê û Wezareta Dadê kir.

(f)