Îranê dronek deryayî ya Amerîkayê desteser kir

Artêşa Pasdarên a Îranê ragihand ku di encama ‘operasyoneke tevlihev’ de li Tengava Hurmuzê dest danîne ser droneke binav û pêşketî ya Amerîkayê ku ji bo komkirina agahiyan dihat bikaranîn.

Îranê dronek deryayî ya Amerîkayê desteser kir
27 îlon, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Artêşa Pasdarên Îranê belavkirine, li Tengava Hurmuzê di encama operasyonekê de, dronek bin avê ya ji curê Remus 600 ku ji bo lêgerîn, komkirina agahiyên îstîxbaratî û nexşekirina kûrahiya deryayê ya li wê herêmê dihat bikaranîn, hate desteserkirin.

Hate diyarkirin ku ev amûra yek ji amûrên herî pêşketî û biaqile, li herêmê ji bo karên sîxuriyê dihate bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekeme, ji destpêka vê mehê ve amûreke din a bin avê ya artêşa Amerîkayê ji aliyê artêşa Îranê ve hatibû desteserkirin. Her wiha di sala 2022’yan de jî Îraniyan çend caran dest danîbûn ser dronên deryayî yên Amerîkayê ku piştre bi rêya danûstandin û peywendiyên meydanî pirsgirêk hatibûn çareserkirin û amûr hatibûn radestkirin.