Li bakurê Helebê bavek û 2 kurên xwe hatin kuştin

Li Kampa Henderat a bakurê Helebê di pevçûnekê de bavek û 2 kurên xwe hatin kuştin.

Li bakurê Helebê bavek û 2 kurên xwe hatin kuştin
27 îlon, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama pevçûneke malbatî ya girêdayî mîrasê li Kampa Henderat a bakurê bajarê Helebê bavek û 2 kurê xwe hatin kuştin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdana bûyerê kir.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku navê bav Nesir Îsmaîl El Şiblî û her du kurên wî jî bi navê Îsmaîl û Nûrî ne.

Heman çavkaniyê diyar kir ku birayê Nesir anku apê her du kuran di pevçûnê de gule avêtiye wan û ew kuştine.

(sb)

ANHA