Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê û zarokek hatin kuştin

Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê ragihand ku 2 çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Pirdê ku kembera bombebarkirî li xwe pêçabûn ji aliyê hêzên wan ve hatin kuştin. Hate zanîn ku di dema şer de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê û zarokek hatin kuştin
27 îlon, 2026   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Dijeterora Iraqê diyar kir ku li bajarokê Pirdê ya dikeve sînorê Parêzgeha Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê ku bombe li xwe pêçandibû, kuştine.

Hate ragihandin ku hêzên wan rastî tîmeke çeteyan hatine û şer qewimiye û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Têkildarî mijarê şahideke bûyer dîtî, ji Rojnewsê ragihand ku kome çete ji 3 kesan pêk dihat, li Pirdê ketibû malekê û dizî kiribûn û got: “Yek reviya û 2 jî hatin kuştin.

Hate gotin, hêzên ewlekariyê ketiye pey çeteyê din.

Li gorî agahiyan di şer de zarokekî jiyana xwe ji dest da.