Edaleta pêvajoya veguhêz ji bo sûriyeyiyan tê çi wateyê?

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, edaleta pêvajoya veguhêz (derbasbûnê) bi darizandina berpirsên binpêkirinan tenê ava nabe, lê divê sazî werin sererastkirin, tazmînat ji qurbaniyan re werin dayîn û rastî werin aşkerakirin. Çima pêdiviya sûriyeyiyan bi edaleta pêvajoya veguhêz heye û ji bo ku were pêkanîn çi hewce dike?

Edaleta pêvajoya veguhêz ji bo sûriyeyiyan tê çi wateyê?
4 tîrmeh, 2026   02:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema ketina rejîma Baasê ve têgeha "edaleta pêvajoya veguhêz" bi damezirandina desteyan, lidarxistina civînan, belavkirina daxuyaniyên fermî û bangewaziyên civakî ve hat girêdan. Lê ev têgeh ji van hemûyan berfirehtir e. Têgeha behsa mijarê tenê bi dadgehkirin an şopandina kesên tawanbar sînordar nabe, lê gelek xebatan dihewîne ku armanca wan çareserkirina bandorên binpêkirinan û ji nû ve avakirina baweriya di navbera dewlet û civakê de ye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, edaleta pêvajoya veguhêz komeke mekanîzmayên dadwerî û nedadwerî ye. Ev mekanîzma li welatên ku ji nava şeran derketine yan jî ji rejîmên otorîter xilas bûne, tê pêkanîn da ku mîrateya binpêkirinên mafên mirovan ên giran çareser bikin û bi vî rengî bikarin edalet pêk were, serweriya hiqûqê bi pêş ve bibe û pêşî li dubarebûna rûdanên berê bigire.

NE TENÊ DADGEH

Li gorî pir kesan, edaleta pêvajoya veguhêz bi dadgehkirinan dest pê nake û bi dayîna cezayan jî bi dawî nabîne. Lê li ser 4 rêgezên ku ji hev nayên qutkirin ava dibe.

Li gorî dezgehên Neteweyên Yekbûyî jî, rêgeza yekemîn a edaleta pêvajoya veguhêz aşkerakirina rastiyê ye. Anku belgekirina binpêkirinên qewimîne, guhdarîkirina qurbanî û şahidan, aşkerakirina çarenûsa kesên windabûyî û diyarkirina berpirsyariyan li gorî qanûnê.

Rêgeza duyemîn, hesabpirsîn e. Anku berpirsên binpêkirinên mezin li pêşberî dadgehên serbixwe werin muhasebekirin, bi şertê ku mafê dadgehkirina adil were parastin. Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku ev kiryar ji tolhildan an cezayên komî cuda ye.

Rêgeza sêyemîn dayîna tazmînatan ji qurbaniyan re ye; îtîbar û mafên wan werin mîsogerkirin. Desteka derûnî û civakî pêşkêşî wan were kirin û kirinên ku li dijî wan hatine kirin bi fermî werin naskirin.

Rêgeza çaremîn reforma saziyan e. Ev yek çavdêrîkirina karên saziyên ewlehî, dadwerî û îdarî lixwe digire û serxwebûna dadgehan xurt dike. Li gel vê, pergalên kontrolê ava dikin da ku di pêşerojê de rê li ber dubarebûna binpêkirinan bê girtin.

ÇIMA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ GIRÎNGIYÊ DIDE VAN RÊGEZAN?

Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku tenê dadgehkirina çend berpirsyaran ji bo avakirina aştiyeke mayînde têrê nake. Destnîşan dike ku heta ku sazî neyên sererastkirin, edalet ji bo qurbaniyan neyê pêkanîn û rastî neyên aşkerakirin, wê sedemên binpêkirinan bimînin. Ji ber vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî edaleta pêvajoya veguhêz wek pêvajoyeke dirêj dibîne. Ev pêvajo dibe ku bi salan dirêj bike û saziyên dewletê, dadgehan, rêxistinên civaka sivîl û qurbaniyan beşdar bibin.

REWŞA SÛRIYEYÊ

Têkildarî rewşa Sûriyeyê jî, hiqûqnas diyar dikin ku sepandina edaleta veguhêz bi avakirina saziyan an derxistina biryaran tenê çênabe, lê pêdivî bi gavên pratîk ên wekî aşkerakirina çarenûsa windayan, hesabpirsîna ji berpirsiyarên binpêkirinan li gorî qanûnê, dayîna tazmînatan ji qurbaniyan re û sererastkirina saziyên ku navê wan bi van binpêkirinan re derketiye. Di heman demê de pispor, serkeftina vê pêvajoyê bi beşdarkirina hemû qurbaniyan ve girê didin û cudakarî li ser bingehên siyasî, neteweyî yan olî neyê kirin. Ji ber ku her cudekariyek dikare baweriya bi edaletê lawaz bike û bandorê li derfetên lihevhatina nîştimanî bike.

Hiqûqnasê sûriyeyî Hisên Neso di hevpeyvîneke berê ya li gel ajansa me de bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kirubû ku pergala edaleta pêvajoya veguhêz ji nû ve li ser bingeha serxwebûn, duristî û şefafiyetê were avakirin ku hemû berpirsyarên tawan û binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê li gorî qanûnê bidarizîne.

Sibe: Ezmûnên edaleta pêvajoya veguhêz û rewşa Sûriyeyê

(bb)

ANHA