Îranê rêya 19 keştiyan li Hurmuzê girt

Îranê ragihand ku rêya 19 keştiyên ku hewl didan ji Tengava Hurmuzê li derveyî rêya keştîvaniyê ya ku ji hêla Tehranê ve hatî destnîşankirin derbas bibin, girt.

Îranê rêya 19 keştiyan li Hurmuzê girt
27 îlon, 2026   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îranê îro ragihand ku wan di 2 rojên dawî de rêya 19 keştiyên ku hewl didan ji Tengava Hurmuzê li derveyî rêya keştîvaniyê ya ku ji hêla Tehranê ve hatî destnîşankirin derbas bibin, asteng kir.

Ajansa Nûçeyan a fermî ya Fars ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî daxuyand ku hêzên Îranê di 2 rojên dawî de 19 keştiyên ku hewl didan ji derveyî rêya diyarkirî derbas bibin asteng kir, bêyî ku hûrguliyên din der barê keştî yan nasnameyên wan de bidin.

(f)