Ji bo koçberên Şehbayê 9 dibistan û 4 navend hatine veqetandin 

Piştî hevdîtin û nîqaşan, Gerînendeya Perwerdeyê û Meclîsa Sivîl a Şehbayê di xalekê de li hev kirin. Ji 17 dibistanan 8 dibistan hatin valakirin. Niha 9 dibistan û 4 navendên din ji bo koçberên Şehbayê hatine diyarkirin. 

Ji bo koçberên Şehbayê 9 dibistan û 4 navend hatine veqetandin 
27 îlon, 2026   13:48
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Hezar û 350 malbatên ji Şehbayê ku di navbera salên 2013-2018-2024’an de ji Şehbayê koçber bûne, niha li herêma Cizîrê û Kobanê dimînin. Koçber dixwazin vegerin warên xwe, lê ji ber ku di Şehbayê de çekdarên dewleta Tirk hene, gel naxwaze bê hêzên xwe yên çekdarî (Eniya Kurd- Cephet El- Ekrad) vegere warê xwe. Çekdarên dewleta Tirk li Şehbayê bi keyfî nêzî Kurdan dibe. Gel mîsogeriyekê dixwazin ji bo vegerin warê xwe. 

Ji hezar û 350 malbatan 700 li bajarê Qamişloyê, 300 li Hesekê û 350 jî li Amûdê, Dêrik û Kobanê dimînin. Ji 700 malbatên ku li Qamişloyê dimînin 210 malbat li 17 dibistanan cih bibûn. Piştî nêzbûna sala xwendinê ya 2026-2027’an, Gerînendeya Perwerdeyê di 16’ê Tebaxê (2026) xwest koçber ji dibistanan derkevin.

Lê koçberan biryar nepejirand û diyar kirin ku cihek wan tune ye lê bimînin, divê cihek ji bo wan bê dîtin.

Piştî hevdîtin û nîqaşan, Gerînendeya Perwerdeyê û Meclîsa Sivîl a Şehbayê di xalekê de li hev kirin. Ji 17 dibistanan 8 dibistan hatin valakirin û niha 9 dibistan û 4 navendên din ji bo koçberên Şehbayê hatine diyarkirin. 

Niha ji bo 210 malbatan, dibistanên Lehdo Mesût, Mean Bin- Zaide, El Huriye, İbrahîm Henano, Ferhan Elî, Kamil Hindî, Şervan, Mihemed Selîm Xelef, Xeza û navendên (İdariya Dibistanan a Kevin, Findiq El Seharî, Nexweşxaneya Wetenî ya kevin, Sekenê Hilêliyê) ji hatine diyarkirin.

Niha xebatên valakirina dibistanan û bicihbûna koçberan li cihên hatine diyarkirin didome.

Her wiha Meclîsa Sîvîl a Şehbayê diyar kir ku niha tu alîkariyên rêxistin û saziyan ji koçberan re tune ye. Ew dixwazin bi awayek ewle vegerin warên xwe.

ANHA