Rewşenbîran daxwaz kir pêşangeha pirtûkan were organîzekirin

Rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan bang li Parêzgariya Hesekê û Rêveberiya Çandê ya Hesekê kir ku Pêşengeha Pirtûkan a Qamişloyê were lidarxistin.

Rewşenbîran daxwaz kir pêşangeha pirtûkan were organîzekirin
25 îlon, 2026   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û rewşenbîran bi rêya daxuyaniyeke nivîskî bang li Parêzgariya Hesekê û Rêveberiya Çandê ya Hesekê kir ku îsal Pêşangeha Pirtûkan a Qamişloyê (Pêşengeha Şehîd Herekol) were birêxistinkirin û got divê komîteya amadekar a pêşangehê were avakirin û dest bi kar bike.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Pêşangeha Pirtûkan a Qamişlo ya salane 9 salan li pey hev ji bo xelkê herêmê bûye bûyereke çandî ya girîng, bûye beşeke bîrdanka wan a çandî û ji bo xwendevan, nivîskar, rewşenbîr, weşanxane, pirtûkxane û saziyên çandî bûye derfeteke kombûnê û hevdîtinê ya salane.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin Rêveberiya Xweser di şert û mercên şer de jî pêşangeh organîze dikir û hate diyarkirin: "Rêveberiya Xweser a herêmê di salên aloziya Sûriyeyê de bi berdewamî ev pêşangeh li dar xistiye, tevî rewşên awarte, şer, tundî, koçberî û kêmbûna mercên aborî û jiyanê. Êdî lidarxistina pêşangehê ne tenê bûyereke ji bo pêşandana pirtûkan bû, lê bûye ezmûneke çandî û nîşana biryardariya domandina jiyana çandî û rewşenbîrî li hember şer, tundî, koçberî û zehmetiyên jiyana rojane."

Di dawiya daxuyaniyê de rewşenbîran got: "Bang li rayedarên têkildar dikin, di serî de Parêzgariya Hesekê û Rêveberiya Çandê ya Hesekê, her wiha sazî û dezgehên çandî, civakî û aborî ku ji bo lidarxistina Pêşangeha Pirtûkan a Qamişlo bixetibin da ku ev  bûyera çandî ku 9 salan pêk hatiye, berdewam bike. Her wiha em daxwaza ragihandina bilez a dîrok û cihê lidarxistina pêşangeha pirtûkan a îsal dikin û daxwaz dikin ku komîteyeke amadekar bi hevkariya saziyên çandî, weşanxane, pirtûkxane, nivîskar û rewşenbîrên herêmê were avakirin.”

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser sala 2017`an dest bi vekirina Pêşangeha Pirtûkan a Qamişloyê kiribû.

(np)

ANHA