Rola jinan a parastina zimanê Kurdî û mafê destûrî bû mijara komxebatekê

Di komxebateke li Qamişloyê de girîngiya parastina zimanê kurdî di milê destûrê û rola jinên Kurd di parastina zimanê dayikê de hat nîqaşkirin.

Rola jinan a parastina zimanê Kurdî û mafê destûrî bû mijara komxebatekê
Rola jinan a parastina zimanê Kurdî û mafê destûrî bû mijara komxebatekê
Rola jinan a parastina zimanê Kurdî û mafê destûrî bû mijara komxebatekê
Rola jinan a parastina zimanê Kurdî û mafê destûrî bû mijara komxebatekê
Rola jinan a parastina zimanê Kurdî û mafê destûrî bû mijara komxebatekê
Rola jinan a parastina zimanê Kurdî û mafê destûrî bû mijara komxebatekê
Rola jinan a parastina zimanê Kurdî û mafê destûrî bû mijara komxebatekê
Rola jinan a parastina zimanê Kurdî û mafê destûrî bû mijara komxebatekê
27 îlon, 2026   14:56
QAMIŞLO

Mamosteyên girêdayî Rêveberiya Dibistanan û Akademiya Lêkolînên Perwerdeyê bi sernavê “Zimanê me şarestaniya me ye” li dibistanan Qûteyba ya li bajarê Qamişlo, bi beşdariya hejmarek mamosteyan, lêkolînerên jin û yên bi kar û barê ziman û girîngiya wê ve peywendîdar komxebatek hat lidarxistin.

komxebat bi pêşkêşkirina bernameyê û xalên ku dê nîqaş li ser pêk were dest pê kir, di xala yekemîn de behsa rola jin Kurd di parastina zimanê kurdî hat kirin, di xala duyemîn de mafê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de hat nîqaşkirin.

Di xala yekemîn de Mamoste Nicmê Mihemed axivî û behsa rola sereke ya jina Kurd di parastina zimanê dayikê de kir û diyar kir ku zimanê kurdî bi salan rastî paşguhkirineke sîstematîk hat, di van rewşan de jina Kurd di xeta esasî ya berevaniyê de cih girt, jinan berpirsyariya axaftina bi zimanê kurdî rakir.

Xala duyemîn ji hêla Mamoste Zuleyxa Ebdê ve hat pêşkêşkirin, Zuleyxa behsa biryarnameya 13`an û biryara 27`ê Tebaxê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir, da zanîn ku gelê Kurd ev biryar qebûl nekirine û bi taybet jinên Kurd vê yekê qebûl nakin.

Xalên komxebatê hatin nîqaşkirin, beşdarvanan jî nerîn û pêşinyarên xwe anîn ziman. Komxebat bi hin pêşniyaran bi dawî bû:

- Divê di destûra Sûriyeyê de zimanê kurdî wekî zimanekî fermî li kêlek erebî bê naskirin.

- Divê madeya 4`an a destûra heyî ku dibêje zimanê erebî tenê yê fermî ye bê sererastkirin, bila erebî û kurdî bibin zimanê fermî.

- Divê qanûneke taybet a mafên zimanî were derxistin, di qanûnê de mafê perwerdeya zimanê kurdî di hemû qonaxan de bê dayîn, her wiha divê makanîzmeya pêkanîna wê jî bê diyarkirin.

(sb)

ANHA