Trump: Dibe ku di hefteya bê de danûstandinan bi Îranê re bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got dibe ku di hefteya bê de gereke nû ya danûstandinan di navbera DYA û Îranê de were kirin.

Trump: Dibe ku di hefteya bê de danûstandinan bi Îranê re bikin
27 îlon, 2026   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro got ku dibe ku gereke nû ya danûstandinan di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de di hefteya bê de bê kirin.

Trump di hevdîtina ligel malpera Axios’ê de got: “Ew dixwazin rêkeftinekê îmze bikin, lê ne ji cureya ku ez jê re amade me qebûl bikime. Ew tiştê ku dibe ku me beriya salekê li ser li hev bikira ye. Lê di şiyana xwe de mubalexe kirin.”

Trump derfeta ji nû ve DYA’yê derbeyan li dijî Îranê pêk bîne bi dûr nexist û got: “Ew her tim pê difikire.”

Axios’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan da zanîn ku dibe ku gereke nû ya danûstandinên nerasterast di navbera DYA’yê û Îranê de sibe(duşemê) pêk bên.

DYA’yê û Îranê, piştî civînên NY’yê yên li New Yorkê hatine lidarxistin, hefteya çûyî gera dawî ya danûstandinên nerasterast pêk anîn.

(f)