Li 3`ê parêzgehên Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin

Li parêzgehên Idlib, Heleb û Dêrazorê 5 kes hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Li 3`ê parêzgehên Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin
25 îlon, 2026   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Babolîn ê girêdayî Idlibê komek bi ser malekê de girt û di encamê de jinek û hevjînê xwe giran birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî yek ji kesên bi ser malê de girtine mirovê jinê ye.

Li gundê Mertîn jî yê girêdayî Idlibê hinek kesan bombe ji kuna sopê avêtin malê û di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest didin û 2`jî birîndar bûn.

Her wiha li gundê El Keşma yê Dêrazorê pevçûn di navbera 2 malbatan de derket û di encamê de xortek hat kuştin û 2`jî birîndar bûn.

Herî dawî li Helebê jî mêrek li herêma Pira El Hec li ser destê hevalê xwe hat kuştin û cenazeyê wî avêt nêzî rêya trênê. Li gorî çavkaniyên herêmî her du kes ji ber bazirganiya madeyên qedexe li hevdû ketin û kujer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

(np)

ANHA