Li Yemenê sûkek hat hedefkirin: 7 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya ser bi Hûsiyan ve ragihand ku di êrişa li dijî sûka Teezê de 7 kes hatin kuştin û 40 kes birîndar bûn. Hikumeta navendî ya Yemenê jî îdia kir ku wê li bargeheke leşkerî û wesayîtên Hûsiyan daye.

Li Yemenê sûkek hat hedefkirin: 7 kes hatin kuştin
27 îlon, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya ser bi Hûsiyan ve ragihand ku di êrişa li dijî sûkekê ya parêzgeha Teezê de 7 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn. Li gorî wezaretê, êriş li xaçerêya Mawiyayê li ser firoşgehan pêk hat û di nava qurbaniyan de zarok jî hene.

Hikumeta navendî ya Yemenê jî da zanîn ku wê li heman cihê kampeke leşkerî û wesayîtên Hûsiyan kirin hedef.

Çavkaniyên leşkerî yên hikumeta Yemenê ji Reutersê re gotin, Hûsiyan di demên dawîn de kampeke leşkerî li nêzî sûkê ava kiribû.

(bb)