Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

Mahbûbe Şebanî ya ku bi motorsîkletê alîkariya xwepêşanderên birîndar kiribû, piştî dubare darizandinê bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.

Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn
27 îlon, 2026   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA‘yê bi raporekê ragihand ku Mehbûbe Şebanî ya 33 salî ku di xwepêşandanên Çileya 2026‘an de hatibû binçavkirin, ji aliyê liqa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.

Hate destnîşankirin ku Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê Mehbûbe Şebanî bi tohmeta ‘endamtiya di grupên opozîsyonê de‘ cezakiriye.

Hêjayî gotinê ye ku di êvara 2‘yê Sibata îsal de, Artêşa Pasdaran bi bikaranîna tundiyeke zêde Mehbûbe Şebanî li Meydana Azadiyê ya Meşhedê binçavkirin, dest danîn ser motorsîkleta wê û piştî demekê ew veguhastin Girtîgeha Vekîlabadê.

Mehbûbe Şebanî 1’ê Îlona 2026’an carek din hate darizandin û cardin şandin girtîgehê. Duh ji parêzerên wê re hate ragihandin ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û gihîştiye qonaxa fermî.