Xwepêşandana xwediyên erdên desteserkirî li gundewarê Şamê berdewam dike

Şêniyên gundewarê Şamê xwepêşandanên xwe yên li dijî desteserkirina erdên xelkê ji bo berjewendiya şîrketên avakirinê didomînin.

Xwepêşandana xwediyên erdên desteserkirî li gundewarê Şamê berdewam dike
27 îlon, 2026   15:10
ŞAM

Di roja duyemîn de li pey hev, Şêniyên Qudsaya, Elhemah, Cemraya, Cedîda El Wadî, El-Bejaa û deverên din ên li gundewarê Şamê xwepêşandanên xwe li cihê şîrketa "Sera" berdewam kirin û rê li ber gihîştina karmendên wê girtin. 

Şênî li dijî xebata li ser erdê ku xwediyên wê dibêjin ew erdê wan hatiye desteserkirin û ji bo projeyên avakirinê hatibû veqetandin, nerazîbûn nîşan didin.

Şênî daxwaz dikin ku heta ku mafên xwediyên erdê çareser bibin û çarenûsa erdê desteserkirî zelal bibe, hemû xebatên li ser erdê werin rawestandin.

Şênî niha daxwaz dikin ku dosyayên erdên desteserkirî li gundewarê Şamê werin nirxandin, bingeha qanûnî ya ku erd ji bo projeyên veberhênanê li ser hatiye veqetandin were destnîşankirin û garantiyên mafên xwediyên erdan werin dayîn.

(k)

ANHA