Îsraîlê êrişên berfireh li Lubnanê pêk anîn

Balafirên şer ên Îsraîlê êrişên berfireh li hejmarek deverên başûrê Lubnanê pêk anîn, hemwextî wê li bajarok û gundan topbaran û teqîn kirin.

Îsraîlê êrişên berfireh li Lubnanê pêk anîn
27 îlon, 2026   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê rêzeêriş li dijî gelek deverên başûrê Lubnanê pêk anîn, di heman wextî de li bajarok û gundên Bint Cibêl, Nebetiyê, Sor û Mercîyon topbaran û teqîn hatin kirin.

Balafirên Îsraîlê herêma di navbera bajarokên Harîs û Hedasa yên Bint Cibêl bombebaran kirin. Hêzên Îsraîlê li derdroa Bereşît û Beyt Yahon teqîn kirin.

Her wiha balafiran herêmên Mensorî, Teyrî, Înasa, Konîn, Hedsa, Mecdel Zon û Zotera Şerqiyê, Xîyam û Meys El Cebel bombebaran kirin.

Li herêma Hemam a bajarokê Xîyam jî êriş hatin kirin. Topavêjên Îsraîlê avahiyeke berê hatiye bombebarankirin jî topbaran kir.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ev êriş di çarçoveya êrişa droneke bombebarkirî ya li dijî hêzên li “herêma ewle” de pêk hat û hat destnîşankirin ku nuqteyên Hizbullah hatin hedefgirtin.

(f)