Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe? -2

Ji hevdîtin û nîqaşan diyar dibe ku gavên siyasî-îdarî wê rewşa entegrasyonê û pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin, lê ev hîn di merheleya destpêkê de ye.

Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe? -2
Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe? -2
Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe? -2
Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe? -2
Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe? -2
Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe? -2
19 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ-RÊNAS REMO

Di çarçoveya peymana 29`ê Çileyê de, mijareke girîng a nîqaşên navbera QSD-Rêveberiya Xweser û Şamê de sîstema siyasî-îdarî ye. Di peymanê de tê gotin ku wê xweseriya herêmên di kontrola QSD`ê de li ber çavan bên girtin û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, her wiha rêvberên wan wê di sazî û dezgehên giştî yên dewletê de cih bigirin. Rêveberên leşkerî, îdarî û civakî jî wê di encama danûstendinan û pêşinyarên her du aliyan de werin diyarkirin.

Ji destpêka Sibatê ve li ser vê xalê hevdîtin tên kirin, lê ev mijareke piralî ye, lewma li gel hevdîtinan nakokî jî hene, nexwasim pergala Rêveberiya Xweser û ya Şamê ji hev cuda ne.

Em ê di vê beşa dosyaya xwe de pergalên herdu aliyan û gavên ku hatine avêtin, vebêjin.

PERGALA ŞAMÊ

Bi hilweşîna sîstema Bass`ê (8 Kanûn 2024) re, li Şamê desthilatdarî guherî. Lê sîstema dewletê wek xwe maye. Destûra bingehîn û yasa nehatine guhertin. Li gorî vê pergalê Sûriye bi rêbaza navendîbûnê tê birêvebirin. Parlamento wekî Meclisa Gel a Sûriyeyê hatiye binavkirin, lê piranî serokkomar derdikeve pêş.

Bi hikumeta nû re serokkomar hîn zêdetir bûye xwedî raye. Ji parlamentoya ku ji 210 kesan pêk tê, 70 kes ji aliyê serokkomar ve tên diyarkirin. Beşên rêvebirinê yên wekî hikumet, artêş û edalet jî girêdayî serokkomariyê ne.

Dabeşkirina îdarî ya Sûriyeyê wekî parêzgeh, herêm û navçe hatiye diyarkirin. Beşa herî mezin a îdarî parêzgehe û di rewşa niha de Sûriye dabeşî 14 parêzgehan (Hesekê, Heleb, Hema, Idlib, Hums, Dêrazor, Şam, Deraa, Reqa, Gundewarê Şamê, Siwêda, Tertûs, El-Quneytira, Laziqiyê) hatiye kirin. Girêdayî parêzgehan herêm û navçe hene. Rêveberên van herêman ên wekî parzger, mûdîrên herêm û navçeyan, berpirsên daîreyên wekî nifûs, tenduristî, çandinî, perwerde û şaredariyan jî ji aliyê Şamê ve tên diyarkirin.

PERGALA RÊVEBERIYA XWESER

Li beramberî vê pergalê, bi Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re li herêmên di bin kontrola QSD`ê de pergaleke cudatir hate avakirin.

Pergala ku 2014`an bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat avakirin, nenavendîbûn û demokrasiya herêmî esas digire. Li gorî vê pergala ku 2018`an wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pênasekirin, herêm wekî 7 kantonan (Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Minbic û Efrîn-Şehba) hatiye dabeşkirin.

Şeklê pêkanîna sîstemê bi Hevpeymana Civakî hatiye diyarkirin. Li gorî vê yekê, Meclisa Gelan di asta herî jor de ye û ji nûnerên kanton, pêkhate, bawerî, çandên cuda, jin û ciwanan pêk tê.

Karên rêvebirinê ji aliyê meclisên rêveber ve tên meşandin. Li her kantonekî meclisek hatiye avakirin, wekî koordînasyona di nava meclisan de jî meclisa rêveber a giştî ku ji hevserokên kantonan pêk tê, heye.

Li gorî Hevpeymana Civakî di hemû rêveberiyan de sîstema hevserokatiyê tê pêkanîn û temsîla jin wekî sedî 50 hatiye diyarkirin. Hemû karên resmî û perwerde bi 3 zimanên fermî (Kurdî, Erebî, Suryanî) tên kirin.

MIJARÊN GOTÛBÊJAN

Li Sûriyeyê 2 şeklên îdarî-siyasî yên wiha ji hev cuda hene. Li gel vê rastiyê ev 4 meh in, danûstendin û civîn tên çêkirin. Di hin xalên lihevkirin çêdibe de jî gav tên avêtin.

DESTÛRA BINGEHÎN

Hevdîtinên têkildarî mijarê ji 2`yê Sibatê ve dest pê kirine. Xala ku herdu aliyan li hev kiriye, yekparebûna welat e. Di vê çarçoveyê de nûkirina destûra bingehîn, pêkhateya parlementoyê û pergala hilbijartinê bûne mijarên sereke. Hikumeta demkî komîteyek destûrê ava kiriye, lê netew, bawerî û pêkhateyên cuda temsîliyeta xwe di komîteyê de nabînin, lewma tê xwestin ku komîte ji nûve were avakirin. Di rewşa niha de mijarên agirbest, ewlekarî û îdarî derketine pêş, lewra ev mijar hinekî li paş maye, lê nîqaş didomin.

PARLAMENTO Û HILBIIJARTIN

Mijara parlamento û hilbijartinê jî rojeveke germ e. Di hilbijartinên ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatibûn çêkirin de, li herêmên di kontrola Rêveberiya Xweser de nûner nehatibûn diyarkirin. Li gel peymana 29`ê Çileyê ev mijar jî tê gotûbêjkirin.

Piştî hevdîtinan ji bo diyarkirina nûnerên herêmê yên parlamentoyê li Hesekê, Qamişlo, Dêrikê û Kobanê komîsyonên hilbijartinê hatin erkdarkirin. Ev komîsyon wê serlêdanên namzetiyê werbigirin û piştre di nava namzetan de hilbijartin bê çêkirin.

Dîroka têkildarî serlêdan û hilbijartinan nehatiye zelalkirin.

DESTÛR WÊ BIBE ROJEVA SEREKE

Li gorî agahiyên ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed dane, piştî diyarkirina nûneran wê amadekirina destûra bingehîn bibe rojeveke sereke. Li gorî Îlham Ehmed dê Kurd û pêkhateyên din jî cihê xwe di komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de bigirin.

HEVDÎTIN

Li ser mijara parlamentoyê û qanûna hilbijartinan heta niha gotûbêjên berfireh nehatine meşandin, lê ji nîviya Nîsanê ve dest bi hevdîtinan hatiye kirin. 18`ê Nîsanê Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şandeyeke ji Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel a Sûriyeyê re civiya. Di civînê de li ser mekanîzmaya destnîşankirina nûnerên Rojava yên parlamentoyê û lezkirina amadekariyên lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê nîqaş hatin kirin.

Hejmara nûnerên Parêzgeha Hesekê yên parlamentoyê wekî 15 kes hatiye diyarkirin.

Di vê navberê de hevdîtinên bi partiyên siyasî re jî hatin kirin. Şandeya siyasî ya Şamê 21`ê Nîsanê li Qamişlo û Hesekê bi partiyên siyasî (PYD, ENKS, Partiya Yekîtiya Suryan, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk) û Kongra Star (sîwaneya rêxistinên jin) re hevdîtin pêk anîn.

13`ê Gulanê şandeyek PYD`ê li Şamê bi derdorên cuda re hevdîtin pêk anî.

Li gorî agahiyan di hevdîtinan de rewşên siyasî hatin nîqaşkirin.

ÎRADEYA JIN

Yek ji mijarên herî girîng û kûr jî temsîliyeta îradeya jin a ku derketiye holê ye. Di piraniya hevdîtinan de nûnerên jin cih digirin. Ji siyaset heta aborî, ji perwerde heta îdarî di hemû sernavan de mijara jin tê rojevkirin. Lê di aliyê heykelî de şêwazên saziyên Rêveberiya Xweser û yên hikumetê wekî hev nînin. Di Rêveberiya Xweser de hejmareke zêde ya jinan cih digirin, lê di saziyên hikumetê de şêwazek cudatir heye. Lewma nakokî û pirsgirêk derdikevin.

ASTENGÎ HENE

Îlham Ehmed ku tevlî piraniya hevdîtinan dibe, diyar kir ku di mijara temsiliyet û îradeya jinan de hîn jî hevpariyek derneketiye holê. Li gorî Îlham Ehmed di çarçoveya entegrasyonê de ji bo erkdarkirinan navên jin û mêran jî tên pêşkêşkirin. Heta niha midûrên saziyên perwerde û tenduristiyê hatine erkdarkirin, lê herdu jî mêr in, lewma divê tevlîkirina jinan weke mijareke sereke bê nirxandin û roleke girîng were dayîn. Îlham Ehmed dibêje ku hîn jî zehmetî û astengiyên cidî hene.

JIN ÇAWA DIBÎNIN

Jinên ku vê mijarê ji nêz ve dişopînin, nerînên xwe vegotin.

Delal Bedûr da zanîn ku ew dixwazin mafê jinan di destûra Sûriyeya nû de bê mîsogerkirin û ew qebûl nakin ku hebûna jinan were paşguhkirin.

 Viyan Gulo jî dibêje ku ji bo parastina xweseriya jinan a ku di Şoreşa Rojava de hatiye bidestxistin, her wiha ji bo fermîkirina YPJ`ê ew ê her dem di nava têkoşînê de bin.

GAVÊN ÎDARÎ

Li Sûriyeyê hîn sîstemek nû nehatiye avakirin, lewma di navbera pergalên herdu aliyan de cudahî hene. Bi gotûbêjan hewil tê dayîn ku hevsengî bê çêkirin. Di rewşa niha de herêma Cizîrê û Kobanê di kontrola Rêveberiya Xweser û QSD`ê de ne. Di nîqaşan de pergala parêzgehan esas tê girtin.

Li gorî pergalê herêma Cizîrê (Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê, Amûdê, Dêrik, Tirbespiyê, Girkê Legê, Çilaxa, Şedadê, Til Hemîs, Til Koçer û Til Birak) wekî Parêzgeha -Hesekê hatiye binavkirin. Kobanê (Navenda Kobanê, navçeyên Şêxler, Çelebiyê û Sirîn) jî wekî herêma (mentîqa) girêdayî Parêzgeha Helebê hatiye diyarkirin.

Danûstendinên navbera Rêveberiya Xweser-QSD û Şamê de, li ser diyarkirina parêzger, midûrên herêm û navçeyan, rêveberên sazî û dezgehan tên meşandin.

PARÊZGEHA HESEKÊ

Di pergala heyî de Hesekê wekî parêzgeh e û ji 5 herêman (navenda Hesekê, Qamişlo, Serêkaniyê, Dêrik û Şedadê) pêk tê. Girêdayî van herêman jî 19 navçe hene.

Xala yekem a hevdîtinan diyarkirina parêzgehê Hesekê bû. Li gorî peymanê parêzgeh ji aliyê QSD-Rêveberiya Xweser ve tê diyarkirin.

4`ê Sibatê Nûredîn Îsa Ehmed ji hêla Rêveberiya Xweser ve wekî Parêzgerê Hesekê hat diyarkirin û heman rojê li bajêr bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

HEWLDANA YEKEM

Parêzger Nûredîn, rojek piştî destpêkirina erkê (5 Sibat) şandeya Rêveberiya Xweser a Kobanê pêşwazî kir û dorpêça li ser Kobanê, rêveberî û xizmetguzarî nîqaş kir.

13`ê Sibatê Parêzger Nûredîn Ehmed bi Wezîrê Tenduristiyê yê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê  Musab Nezal El-Elî û Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Memo Xelîl re yekkirina saziyên tenduristiyê gotûbêj kirin.

Piştî vê hevdîtinê roja 16`ê Sibatê Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed ji bo pêkanîna entegrasyona tenduristiyê komîteyeke ji 3 bijîşkan pêk tê, erkdar kir. Komîteyê 18`ê Sibatê dest bi karê xwe kir. Dr. Xalid Mihemed El-Xalid wekî midûrê tenduristiyê yê Parêzgeha Hesekê hat diyarkirin.

Dr. Ciwan Hemê jî wekî midûrê Nexweşxaneya Gel a Qamişlo hat erkdarkirin.

BALAFIRXANE Û POSTEXANE

21`ê Sibatê piştî hevdîtinên herdu aliyan xebatên ji nûve vekirina Balafirxaneya Navneteweyî ya Qamişlo hatin destpêkirin û didomin.

3`ê Adarê li Parêzgeha Hesekê bi mebesta ji nûve aktîvkirina Gerînendetiya Postexaneya Hesekê hevdîtin hatin kirin û 4`ê Adarê jî dest bi xebatan hat kirin.

QEYDKIRINA KURDÊN BÊNASNAME

3`ê Adarê li Parêzgeha Hesekê di navbera Parêzger Nûredîn Ehmed û rayedarên wezareta hundirîn de li ser saziya nifûsê û qeydkirina Kurdên ku di 1962`yan de bênasname hatine hiştin (derdora 200 hezar kes), hevdîtin hat çêkirin.

Piştî hevdîtinê 5`ê Nîsanê komîteya qeydkirina navên welatiyan, bi beşdariya Parêzger plansaziya xwe derxist. 6`ê Nîsanê jî dest bi qeydkirina welatiyên bênasname hate kirin û ji bo qeydkirinê li Hesekê, Qamişlo, Çilaxa, Dirbêsiyê, Dêrik, Heleb, Dêrazorê, Reqa û Şamê navend hatin vekirin, ev xebat niha li Çilaxa, Qamişlo û Hesekê didome.

ŞAREDAR Û MIDÛRÊN KOBANÊ

6`ê Nîsanê şandeyeke rêveberiya Kobanê serdana Helebê kir û bi Parêzgerê bajêr Ezzam Xerîb re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê 9`ê Nîsanê Almaz Romî ku ji aliyê rêveberiya Kobanê hatibû diyarkirin, weke Şaredara Kobanê hat erkdarkirin. Şaredar Almaz heman rojê dest bi karê xwe kir.

27`ê Nîsanê Mihemed Mistefa Mihemed weke midûrê herêma Kobanê hate erkdarkirin.

SERDAN Û HEVDÎTIN

9`ê Sibatê şandeyek ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi rêveberên zeviyên petrolê yên Rimêlanê re civiya û derbarê xebatê de gotûbêj hat kirin.

24`ê Sibatê Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şandeyek Şamê û komîteya entegrasyonê re hevdîtin pêk anî.

3`ê Adarê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl Elî tevî Fermandarê Ewlekariya Hundirîn Merwan El Elî bi şandeya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya bi serokatiya gerînendeyê deriyên bejahî û deryayî re, li deriyê sînor ê Sêmalka civînek li dar xist. Civîn di çarçoveya ewlekariyê û rêveberiyê de pêk hat.

16`ê Adarê Parêzgarê Hesekê û rêveberên Rêveberiya Xweser a Cizîrê bi şandeyeke Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Avê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê re civiya. Di civînê de rewşa sazî û çavkaniyên avê û rêbazên pêşxistina hevkariyê hatin gotûbêjkirin.

18`ê Adarê Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed û Nûnerê hikumeta demkî Ziyad El-Ayiş re hevdîtin pêk anî.

Parêgerê Hesekê Nûredîn Ehmed di 1 û 13`ê Nîsanê de bi komîteya entegrasyonê re mijarên kehrebe, çandinî û rêyên hesinî gotubêj kirin.

8`ê Nîsanê Wezîra Karûbarên Civakî ya hikumetê Hind Qebewatî serdana Parêzgeha Hesekê kir û bi nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser re hevdîtin çêkir.

13`ê Nîsanê Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed bi nûnerê hikumeta demkî Ziyad El Ayiş re civiya.

6`ê Nîsanê şandeyek ji wezareta tenduristiyê û UNICEF'ê serdana Kobanê kir.

Di hemû serdan û hevdîtinan de mijarên entegrasyon, erkdarkirin û xizmetguzariyê hatin gotûbêjkirin.

EDALET (DADGEH)

Mijareke girîng a entegrasyonê pergala edaletê ye, lê heta niha di vî warî de gavên şênber nehatine avêtin.

19`ê Nîsanê ji bo nîqaşkirina mekanîzmeya pergala edaletê û girtîgehan li Parêzgeha Hesekê hevdîtin hatin kirin. Rojên 19 û 20`ê Nîsanê jî nûnerên Wezareta Edaletê serdana Dîwana Edaleta Civakî ya Bajarê Hesekê û Qamişlo kir.

Nîqaşên li ser mijarê berdewam dikin. Lê li ser navên Kurdî û Erebî yên avahiyên edaletê pirsgirêk derket. Navê avahiya edaletê ya Hesekê ku bi Kurdî û Erebî hatibû nivîsandin, ji aliyê hikumetê ve nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê gel nerazîbûn nîşan dan. Piştî nerazîbûnan trafîka hevdîtinan zêde bû.

ŞAREDARÎ

Li ser pergala Şaredariyan, ji bilî diyarkirina Şaredara Kobanê tiştekî ber bi çav çênebûye. Li gorî agahiyên Îlham Ehmed li ser vê xalê mijûlbûn heye û di pêvajoya nû de wê şaredarî cihekî pir girîng bigirin.

(a)

ANHA