‘Em ê mafê xwe yê xwendina bi zimanê kurdî biparêzin’

Xwendekarên jin ên Girkê Legê got wan bi zimanê kurdî dest bi xwendina xwe kiriye û ew dixwazin heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî bixwînin.

‘Em ê mafê xwe yê xwendina bi zimanê kurdî biparêzin’
27 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF-KÎNAN EL SEYÎD

Li bajarê Girkê Legê xwendekarên jin daxwaz kir ku ew bi zimanê kurdî xwendina xwe berdewam bikin. 

Îlan Ehmed got: “Ev bûye 9 sal ez bi zimanê kurdî dixwînim, ji carekê ve zimanê perwerdeyê bibe erebî dê ji bo min zehmet be. Zimanê kurdî nasname û hebûna me ye.”

Sîdra Hisên jî got: "Ji refa 1`ê ez bi zimanê kurdî dixwînim û ez gihaştime refa 10`emîn. Ez ê çawa bi zimanê erebî xwendina xwe berdewam bikim, ji mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin û biaxivin. Em daxwaz dikin zimanê kurdî bibe yek ji zimanê fermî yê Sûriyeyê.”

Dilvîn Yûsif got: "Temenê min 14 ye û ez refa 8’an dixwînim, ez hêvî dikim heyanî zanîngehê ez bi zimanê kurdî bixwînim. Mafê her neteweyekî heye ku bi zimanê xwe bixwîne. Em ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz dikin li xwendekaran guhdar bike, em bi zimanê xwe ve girêdayî ne, ew parçeyek ji nasname û hebûna me ye.”

Sîham Xelef jî got: “Min xwendina xwe bi zimanê kurdî dest pê kir û dixwazim heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî bixwînim. Em mafê xwe yê xwendina bi zimanê dayike diparêzin, ji mafê me ye em xwendina xwe bi zimanê kurdî berdewam bikin.”

(np)

ANHA