234 berheman serlêdana Mîhrîcana Fîlman a Rojava kiriye

243 berhemên sînemayî yên kurdî û navneteweyî serlêdana Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn kiriye. Niha komîteya nirxandinê berheman dinirxîne.

234 berheman serlêdana Mîhrîcana Fîlman a Rojava kiriye
27 îlon, 2026   05:10
QAMIŞLO

Komîna Fîlm a Rojava di navbera 13-20’ê Mijdarê (2026) de Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn organîze dike. Mîhrîcan bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” li bajarê Qamişlo pêk tê. 

Komînê di 17’ê Gulanê de deriyê xwe ji serdanên fîlm û senaryoyan re vekir. Di 23’yê Îlonê de dema pêşwazîkirina fîlman bi dawî bû.

Ji Bakur, Başûr, Rohilatê Kurdistanê û welatên Sûriye, Îran, Iraq, Endonezya, Tirkiye, Polonya, Fransa, Fîlandiya, Çîn, Spanya, Portekîz, Arjantîn, Ukrayna, Kiwêt, Japonya, Brezîlya, Rûsya, Kanada, Efxanistan û Danîmarkayê 243 berheman serlêdana mîhrîcanê kiriye.

Beşdar bi kurtefîlm, fîlmên dirêj, senaryoyên dirêj û kurt û  belgefîlman beşdarî mîhrîcanê bûne.

Niha komîteyek ku ji derhêner, senarîst, derhênerên hunerê, deng, muzîkê pêk tê, ji bo temaşekirin û xwendina berheman tê amadekirin û dê berheman binirxîne.

‘MÎHRÎCANA ME YA CIVAKÊ YE’

Endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê Mîrzan Bekir diyar kir ku wekî ji dirûşma wan jî xuya dike ev berhem êşên gelan û civakê, azadiya gel, koçberî, mafê jinan û mafên mirovan nîşan didin. Mîrzan got: “Mîhrîcana me ya civakê ye. Civak û sînema xwe di nava hev de dihewînin. Armanca mîhrîcanê ew e ku gel û sînemageran li hev bicivîne.”

(bî)

ANHA