Zanîngha Rojava: Navendîbûn ne çareserî ye

Zanîngeha Rojava diyar kir di mijarên akademîk de navendîbûn ne çareserî ye û nabe bersiveke rast ji bo vê pêvajoyê û da zanîn ku " pêvajoya entegrasyonê demeke dirêj û têrker dixwaze û divê bi nîqaş û diyalogê bimeşe. Ji bo me, xweseriya akademîk, pirrengî, tevlêbûna demokratîk û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bingehên sereke ne."

Zanîngha Rojava: Navendîbûn ne çareserî ye
27 îlon, 2026   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanîngeha Rojava der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Zanîngeha Rojava di nava şert û mercên giran ên zehmetiyên şer, ambargo û kêmderfetan de, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin ji tunebûnê ava bû. Îro zanîngeh di dehsaliya xwe de ye. Di vê pêvajoya têkoşîn û perwerdeyê de tecrubeyeke dewlemend bi dest xistiye. Bi damezirandina xwe re, armanca bingehîn a zanîngehê her dem avakirina nifşekî zana, xwedî îrade bûye; nifşekî ku civaka xwe ronî bike û siberoja wê ava bike. Îro, ev ked û berhem vediguherin bingeheke xurt a zanistî û çandî.

Ji destpêkirina pêvajoya entegrasyona Zanîngeha Rojava bi Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê re demek derbas bûye. Digel nêzîkbûna sala nû ya xwendinê û tengbûna demê, hêj jî li ser pêkanîna vê pêvajoyê zelaliyek nîne. Em vê derengmayînê bi fikar dişopînin, ji ber ku ne ji berjewendiya xwendekaran e; rewşa Zanîngeha Rojava heta niha nediyar e û guman heye ku biryarên der barê zanîngeha me de bi awayekî navendî werin girtin û pêkanîn. Ev nêzîkatî ji aliyê me ve ne cihê pejirandinê ne.

Em weke Zanîngeha Rojava diyar dikin ku di mijarên akademîk de navendîbûn ne çareserî ye û nabe bersiveke rast ji bo vê pêvajoyê. Di vê çarçoveyê de, parastina sîstema akademîk a zanîngeha me û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bingehîn e û ji bo me prensîpeke neguherbar e.

Taybetmendiyên civakî, çandî, zimanî û erdnîgarî yên herêma me divê bi awayekî berfireh di ber çavan re werin derbaskirin. Çarenûsa bi hezaran xwendekar û mamosteyên ku bi kedeke mezin zanîngeha xwe ava kirine, diyar be û nabe ku taybetmendiyên zanîngehê neyên parastin li gorî taybetmendiyên heremê. Tecrubeya me ya deh salan a di warê zanist û perwerdeyê de, tecrubeyeke wisa ye ku bi ti awayî nabe bê paşguhxistin. Ji aliyê pedagojîk û hiqûqî ve jî nabe ku guhertin bi biryarên navendî, ji nişka ve werin standin û li ser zanîngehê bi awayekî ferzkirî werin sepandin.

Weke Zanîngeha Rojava, em bawer dikin ku biryarên têkildarî zanîngehê divê bi diyalog, zelalî û rêzgirtina taybetmendiyên herêmê bên girtin. Her wiha em tekez dikin ku pêvajoya entegrasyonê demeke dirêj û têrker dixwaze û divê bi nîqaş û diyalogê bimeşe. Ji bo me, xweseriya akademîk, pirrengî, tevlêbûna demokratîk û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bingehên sereke ne.

Li ser vî bingehî, em bang li aliyên peywendîdar dikin ku pêvajoya entegrasyonê bi awayekî demokratîk, zelal û tevlêker bimeşe; deng û nêrînên xwendekar, mamoste û xebatkarên zanîngehê li ber çavan bigirin û pergala akademîk û mafê perwerdeyê biparêze."