Mîhrîcana Şehîd Berçem hat taloqkirin

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a ku bi hevkariya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) Mîhrîcana Şehîd Berçem organîze dike, diyar kir ku mîhrîcan taloqî Mijdarê kiriye.

Mîhrîcana Şehîd Berçem hat taloqkirin
27 îlon, 2026   06:25
QAMIŞLO

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li ser medyaya dijîtal da zanîn ku Mîhrîcana Şehîd Berçem ku diviyabû 15`ê Cotmehê de dest pê bike, taloq kir.

Tevgerê diyar kir ku ew ê mîhrîcanê di 8, 9 û 10`ê Mijdarê de li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo li dar bixe.

Mîhrîcana Şehîd Berçem a 3`yemîn bi dirûşma “Bi bîr û hestên jinan, em hunera azadiyê dihûnin!” bi armanca derxistina çanda dayikê û şoreşê, veguhastina çandê ji bo nifşên dîtir tê organîzekirin.

Di nûçeyeke ku ajansa me 21`ê Tebaxê dabû weşandin de, komîteya amadekar di civîneke xwe de lidarxistina mîhrîcanê û şertên beşdariya wê aşkare kiribû.

Di mîhrîcanê de wê xebatên hunerî, çandî û wêjeyî, komxebatên fikrî yên mijarên wan girêdayî dozên çandê û jinan werin lidarixsitin, her wiha wê xwarinên kevneşopî yên ku li herêmê tên naskirin, werin pêşandan.

Mîhrîcana 1’emîn a Şehîd Berçem di sala 2022‘yan de li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê û ya duyemîn di 6’ê Îlona 2024’an de li Kobanê hatin lidarxistin.

BERÇEM EFRÎN KÎ YE?

Hunermend Berçem Efrîn sala 1974’an li gundê Gawenda yê navçeya Raco ya Efrînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbata Berçem ji bo debarê berê xwe dide Helebê û li wir ramanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike.

Şehîd Berçem di 1988’an de tev li Koma Muzîkê ya Agirê ya li Helebê dibe û ji bo pêşxistina kesayeta xwe di aliyê fikrî, siyasî û çandî de xebitî û xwe di fikrê tevgera rizgariyê de kûr kir. Di sala 1992’yan li çiyayên Kurdistanê dest bi têkoşînê dike. Ji stranên wê yên navdar “Bêrîtana min” e û gelek stranên din gotine.

(sb)

ANHA