Di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirin: Zanîngeha Germiyanê tê naskirin

Di civîna navbera şandeyên Wezaretên Xwendina Bilind ên Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê de biryar hat dayîn ku li beramberî serbixwebûna fakulteyên Xaneqînê, hikûmeta Iraqê bi fermî Zanîngeha Germiyanê binase.

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirin: Zanîngeha Germiyanê tê naskirin
27 îlon, 2026   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Karbirêkera Herêma Federe ya Kurdistanê, li Bexdayê bi Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê re civiya.

Yek ji mijarên sereke yên civînê, veqetandina fakulteyên navçeya Xaneqînê ji Zanîngeha Germiyanê bû da ku wekî zanîngeheke serbixwe bixebitin û girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê bin. Hat diyarkirin ku piştî erêkirina fermanê ya Wezareta Xwendina Bilind û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê, dê gavên îdarî ji bo bicihkirina vê biryarê dest pê bikin.

Li hemberî vê gavê, biryar hat dayîn ku Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê bi fermî û yasayî daxwaza naskirina Zanîngeha Germiyanê bipejirîne.

Hêjayî gotinê ye fakûlteyên Xaneqînê berê li ser Zanîngeha Germiyanê bûn. Ji ber ku hikûmeta federal a Iraqê heta niha Zanîngeha Germiyanê bi fermî nedipejirand, xwendekarên ku ji van fakulteyan mezûn dibûn nedikarîn di saziyên dewletê de bên tayînkirin û ji fersendên kar sûd wergirin.