ENKS`ê navenda xwe li Kobanê vekir

Meclisa Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) careke din li bajarê Kobanê beriya çend rojan navenda xwe vekir, piştî ku 3 sal di ser girtina wê re derbas bûn.

ENKS`ê navenda xwe li Kobanê vekir
6 sibat, 2020   11:29
KOBANÊ

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfet da ku ENKS navendên xwe veke, roja duşema derbasbûyî ENKS`ê navenda xwe li bajarê Kobanê vekir da ku niyeta xwe ji bo hewldanên avakirina yekitiya kurdî diyar bike.

Navenda wan di 15`ê Adara 2017`an de piştî ku ENKS`ê red kir ku navendên xwe li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ruxset bike, hat girtin. Ev yek jî piştî ku Desteya Hundrîn a Rêveberiya Xweser ragihand ku divê hemû navendên girêdayî partî û tevgerên siyasî werin ruxsetkirin, pêk hat.

Meclisa li Kobanê ji 6 partî û tevgerên siyasî pêk tê, ew jî wiha ne; Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê, Partiya El-Musawa ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Tevgera Sererastkirinê (Islah), Partiya Yekitiya Kurdî, Şepêla Pêşerojê û her wiha 3 kesayetên serbixwe di nava meclisa giştî de cih digirin.

(bx)

ANHA