Tevgerên jin bi boneya 25’ê Mijdarê: Pêwîstî bi yekîtiyek xurtir heye

Jinan li bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Ji Bo Bidawîkirina Tundiya Li Dijî Jinê Bibin Yek, Jin, Jiyan, Azadî” starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Dijî Jinan dan. Berdevka Kongra Star Gulistan Gulo bal kişand ser girîngiya dirûşmeyê û got: “Ji bo bidestxistinê pêwîstiya jinê bi yekîtiyek xurttir heye.”

Tevgerên jin bi boneya 25’ê Mijdarê: Pêwîstî bi yekîtiyek xurtir heye
8 mijdar, 2026   15:13
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê tevahî rêxistin, sazî û tevgerên jinan bi dirûşma “Ji Bo Bidawîkirina Tundiya Li Dijî Jinê Bibin Yek, Jin, Jiyan, Azadî” starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Dijî Jinan dan. 

Derbarê girîngiya dirûşmeyê û destpêkirina çalakiyan de Berdevka Kongra Star Gulistan Gulo ji ajansa me re axivî.

Gulîstan Gulo bal kişand ser girîngiya dirûşmeyê û wiha axivî: “Me xwest balê bikişînin ser wê ku doza jinan doza bingehîn a civakê ye. Ne tenê doza jinên Kurd, an ên Ereb an jî ên Suryanî ye, yan Efganîstanê ye. Ji bo wê jî dozek tevahî jinên cîhanê ye, ku pêwîstiya jinan bi yekîtiyek xurttir heye. ”

Gulîstan wiha dewam kir: "Da em bikarin li hemberî hişmendiyek bi hezaran salan li ser jinan hatiye ferzkirin, ew kole kir, bê nasname û vîn hişt, her cûre tundî li da meşandin, divê em yekîtiyê xurt bikin."

Gulsan da zan'n ku felsefeya  eger doza jinan çareser nebe, li ser asta cîhanê giştî dê hertim civak seqetiyê bijî û pirsgirêkên civakê bidomin. Ji bo wê jî pêwîste em jin doza jinan hîn zêdetir li tevahî cîhanê bixin rojevê û mafê wê yê destûrî, civakî bidest bixin.”

(bî/k)

ANHA