Lêkolînerê siyasî: Rûsya bi Tartûs û Himêmîmê ve girêdayî ye

Lêkolîner û analîstê siyasî Mîrzad Haçim destnîşan kir ku tevgera Rûsyayê li Sûriyeyê nayê wateya xwe bi temamî ji Sûriyeyê vekişîne û got ew dixwaze li gorî berjewendiyên Moskovê yên stratejîk hebûna xwe li Sûriyeyê bidomîne.

Lêkolînerê siyasî: Rûsya bi Tartûs û Himêmîmê ve girêdayî ye
18 hezîran, 2026   05:44
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Têkiliyên Rûsya û Sûriyeyê ketine pêvajoyeke nû de. Moskovê ji bo siberoja hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê bi rayedarên nû yên Sûriyeyê re dest bi dan û standinê kiriye.

Di raporan de tê gotin bandora Rûsyayê li Sûriyeyê kêm bûye. Lêkolîner û analîstê siyasî Dr. Mîrzad Hacim got nêzîkatiyên Rûsyayê cuda ne, ew dixwaze bi lêçûneke siyasî û leşkerî ya kêm berjewendiyên stratejîk ên Moskovê biparêze.

Haçim destnîşan kir dorhêla akademîk a Rûsyayê û navendên biryarê li Moskov gelekî pragmatik li pêşveçûnên çêdibin, dinêrin. Diyar kir mijar ne vekişîna Rûsyayê ye yan jî hêza xwe nîşan bike. Rûsya dewleteke dizanê berjewendiyên wê li kûdere ne û di cîhaneke zû dughere bi lêçûneke kêm çawa berjewendiyên xwe biparêze.

Ji bo girîngiya Amerîka dide aqûbeta baregehên Rûsyayê yên li Sûriyeyê, Haçim got Kongreya Amerîkayê ne li ser serweriya dewletê ye lê ew di şoqa hesabên şaş de ye. Navendên biryarê yên Washingtonê li bendê bûn piştî guhertina siyasî ya li Şamê demildest ji Rojhilata Navîn berdin Rûsyayê, lê di rastiyê de ne wisa bû, hebûna Rûsyayê dewam kir û Moskov bi hikumeta nû re dest bi dan û standinê kir.

Ji bo siberoja têkiliya di navbera Moskov û Şamê de Haçim got têkiliya Moskov û Şamê hat guhertin, berê ev têkilî ji parêzvanê leşkerî û aliyê bi hebûna xwe deyndarê wê ye, veguherî têkiliya hevkarên pragmatik û ev guhertin ji bo her du aliyan hîn zêdetir bi tenduristî ye.

Haçim anî ziman ku nermbûna Rûsyayê di dan û standinên li ser teşeyê baregehên wê de, manewra ye.

Haçim got êdî rolê Rûsya li Sûriyeyê ne li ser bingehê yekdesthilata dosya ewlehiyê ye, hevkariyeke stratejîk e, dixwazin xetên bazirganî û enerjiyê biparêzin, garantiya hevsergiya têkiliyên navneteweyî yên bi Sûriyeyê re bidin û bi vî awayî Sûriye nekeve bin kontrola hêzên herêmî yan jî navneteweyî.

Haçim di dawiyê de got Rûsya xwe ji Sûriyeyê venakişîne, cilên leşkerî yên giran kir veguherand cilên dîplomasî, aborî û lojistîk. Baregehên ku rolekî wan ê bingehîn di salên şer de dewleta Sûriyeyê ji hilweşandinê parast, îro Rûsya di heman baregehan de dixwaze xwe li Sûriyeyê mayînde bike û di pêvajoya aştiyê de bandora wê li ser Rojhilata Navîn hebe.

(np)

ANHA