‘Şerê DYA û Îranê dibe ku berfirehtir bibe’

Lêkolînerê kar û barên Îranê Hanî Silêman got şerê di navbera Washington û Tehranê de dibe ku bibe şerekî topyekûn.

‘Şerê DYA û Îranê dibe ku berfirehtir bibe’
23 tîrmeh, 2026   03:14
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de ketiye pêvajoyeke nû û krîza heyî kûrtir bûye. Di aliyê dîplomasî de hewl tê dayîn ku şer dijwartir nebe, lê metirsî hene ku şer berfirehtir bibe.

Lêkolînerê kar û barên Îranê Hanî Silêman anî ziman ku şerê DYA û Îranê ber bi pêvajoyeke nû ya xeternaktir ve diçe. Êdî di şerê leşkerî de binesazî û tesîsên girîng hedef têne girtin. Bi vê yekê re dibe ku şerê Ii herêmê berfirehtir bibe û bibe şerekî topyekûn.

Silêman diyar kir ku di dema borî de lêdana ji her du aliyan ve, bertekên Îranê û rêkeftinên meydanî nîşan didin ku şer li herêmê dijwartir bûye û xetereyê li ser ewlehiya herêmê û aboriya cîhanî çêdike. Her wiha got di vê rewşê de û bi taybet dema ku zext li ser Îranê zêde bibe, dibe ku eniyên li Iraqê û Yemenê jî bikevin nava tevgerê, rola Husiyan li ser Deryaya Sor û tengava Mendebê zêde bibe. DYA ji bo Hurmuzê niha zextê li Îranê dike, eger di vê demê de dewletên derdorê û hedefên sivîl bombebaran bikin, dibe ku şer berfirehtir bibe.

‘IRAQ Û SÛRIYE DI HEDEFÊ DE NE’

Hanî Silêman anî ziman ku heke şer di navbera DYA û Îranê de dijwartir bibe eniya Hizbullahê dê li hemberî Îsraîlê şer bike, jixwe Îran di mijara Hizbullahê de zextê dike. Îsraîl jî dê bersivê bide êrişên Hizbullah û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibe ku muzakareyên di navbera Lubnan û Îsraîl de têne kirin, rawestîne û ji nû ve bikeve Lubnanê da ku bigihêje deskeftiyên meydanî.

Her wiha ji bo Husiyan Silêman got heke Husî têkevin tevgerê de dibe ku bazirganiya navneteweyî bisekine û petrol biha bibe. Li Iraq û dewletên derdorê jî baregehên Amerîka hedef werin girtin. Komên girêdayî Îranê di vê dema ku şer rawestiyabû xwe ji nû ve bi rêxistin kir.

Ji bo Sûriyeyê jî Silêman anî ziman ku li gorî Iraqê û Lubnanê îhtîmal kêm e Sûriye bikeve nava vî şerî. Serokê DYA’yê Donald Trump zext li desthilata Sûriyeyê kir ku li hember Hizbullahê şer bike û çekan ji wan bigire lê Şamê xwe da aliyekî. Heke şer bi vê dijwariyê bidome dibe ku eniya Sûriyeyê û Lubnanê bibe yek qad û Îsraîl ji xaka Sûriyeyê li Hizbullah bixe.

Her wiha Silêman destnîşan kir ku ziyanên şerê heyî ne tenê bi DYA û Îranê ve sînordar in, pirsgirêk bû pirsgirêkeke herêmî. Şer li Deryaya Sor û tengava Hurmuzê berfireh dibe û krîza herî mezin a salên dawîn e. Di aliyê aborî de jî petrol biha bûye, bazirganiya li herêmê rawestiyaye û lêçûnên veguhastinê zêde bûne, vê yekê jî bandor li tevahiya aboriya herêmê û cîhanê kiriye.

‘DÎPLOMASÎ NIKARE PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE’

Ji bo xebatên dîplomasiyê jî Silêman got hewldanên siyasî têk çûn û muzakereyên berê pirsgirêk çareser nekir, krîz îdare kirin û dosyayên heyî taloq kirin. Navbeynkaran gelekî hewl da pirsgirêkê çareser bikin lê çareser nebû. Rûsya û Çîn zextê li Îranê nakin, dewletên ewropayî jî girîngiyê didin bazirganî û tengava Hurmuzê, ji ber vê yekê pirsgirêk çareser nabe.

Silêman got ji bo şer raweste û pirsgirêk çareser bibe divê hemû alî û di destpêkê de Îsraîl, cihê xwe di muzakereyan de bigirin.

Hanî Silêman lêkolîner û azalîvanekî siyasî yê ji Misirê ye. Kar û barên Îranê, dewletên Kendavê û ewlehiya herêmê lêkolîn dike. Gerînendeyê Navenda Erebî ya Lêkolînan û edîtorê kovara ‘Afaq Siyasî` ye.

(np)

 ANHA