Hefteyek li ser derketina Qanûna Çarçove re derbas bû

Qanûna çarçove di 10’ê Tebaxê de li parlamentoya Tirkiye bi hejmara dengekî dîrokî hate qebûlkirin. Li Ser erê kirina qanûnê de hefteyek derbaz bû.

Hefteyek li ser derketina Qanûna Çarçove re derbas bû
18 tebax, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşnûma qanûna çarçove di 5’ê Tebaxê de bi îmzeyên 367 parlementerên ji AKP, MHP, DEM Partî, CHP, HUDA PAR, Yeni Yol, DSP û ji yên serbixwe ve pêşkejî Serokatiya Palementoya Mezin a Tirkiye hat kirin. 

Pêşnûme, di 7’ê Tebaxê de li Parlamentoyê di Komîsyona Dadê hat nîqaşkirin. Piştî nîqaşên 18 seatan şûnde di 8’ê Tebaxê de pêşnûme hat qebûlkirin. Piştî wî pêşnûme di 10’ê Tebaxê de li Parlamentoya Mezin hat destgirtin. Li Parlamentoyê destgirtina pêşnûme 12 seatan berdewam kir û xal xal hat ser nîqaş kirin. Piştî wî dengdan çêbû û di encama dengdanê de 467 erê, 87 na û 7 jî bêbiryar derket.

Bi vî awayî, pêvajoya parlemanî ya ji bo qanûnê di sê qonaxên sereke de temam bû.

Ev pêvajo, yekem gava qanûnî ya berfireh pênase dike ku piştî xebata Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku nêzîkî salekê ye li ser vê yekê dixebite, hatiye avêtin. Komîsyonê di 5’ê Tebaxa 2025’an de dest bi xebata xwe kir, bi tevahî 21 civîn li dar xist û 137 kesan guhdarî kir. Rapora hevbeş a komîsyonê di 18’ê Sibata 2026’an de hate pejirandin. Qanûn li ser xala 6’emîn ya rapora komîsyonê derket holê.

Qanûn di 10’ê Tebaxê de li parlamentoyê hate qebûlkirin û merhaleya parlamenî temam kir. Lê li parlamentoyê pejirandina qanûnê nayê wateya ku di heman demê de bikeve meriyetê. Qanûn, li gorî biryara ku Konseya Ewlekariya Niştîmanî bigire piştî wî di rojnameya fermî de were weşandin, hatiye sazkirin. Pêşnûmeya ku di parlamento de hate qebûlkirin li gorî xala 89’an a Destûra Bingehîn pêşkeşî pejirandina Serokkomar hatiye kirin lê ji ber ku di naveroka qanûnê de ji bo bikeve meriyetê şert hene (Çek danîn, fesihkirina rêxistin û biryara Konseya Ewlekariya Niştîmanî) wê bendê ew şertê ku têne cih wê were rawestandin. Ji ber vê yekê ji bo qanûn bikeve meriyetê Konseya Ewlakariya Niştîmanî divê biryar bigire. Tê payîn ku ev biryar jî di navbera 45 roj û 2 mehan de wê derbikeve.

Di ser derketina qanûnê de hefteyek derbas bû. Demek dirêj pirsa ku “Qanûn wê derkeve an an” dihat kirin niha jî pirsa “Qanûn wê kengî û çawa were sepandin” tê kirin. Piştî ku qanûn li parlamentoyê hate qebûlkirin aligirên mijarê nirxandin dikin, daxuyanî didin û derbarê mijarê de gelek nêrîn hene.

Piştî derketina qanûnê, du roj şûnde daxuyaniyek berfireh a Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî hat parvekirin. Bahçelî diyar kirin ku “demê ku em winda bikin nîne.” MHP gelemperî nêrîna ku qanûn demildest bikeve meriyetê pêvajo bi lez bibe diparêze. Lê ji rêxistinê dixwaze gavê pêwîst bavêje.

DEM Partî hîn cudatir li qanûnê mêyze dike. DEM Partî bi taybetî bal dikşîne ser mijara ku qanûn ji bo bikeve meriyetê dereng nekeve. Derbarê vê de Berdevkê DEM Partî Ayşegul Dogan di 13’ê Tebaxê de daxuyaniyek da û got ku “Ji demê re hiştin wê talûkeyan zêde bikin.” DEM Partî dide diyar kirin ku wekî xal jî di qanûnê de cih girtibû, avakirina mekanîzmayên hatiye diyarkirin demildest pêk were û dest bi kar û xebatan bike. Dîsa DEM Partî dixwaze ku rol û misyona Rêber Abdullah Ocalan were diyarkirin û rewşa Îmralî jî di warê statûya hiqûqî û siyasî diyar bibe.

Rêveberiya Tevgerê jî piştî qanûn ji parlamento derbas bû daxuyaniyek berfireh da û diyar kir ku di qannunê de kêmasiyên cîdî hene.

Rexneyên bingehîn ên Tevgerê wihane:

“Qanûn, pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê nagire nava xwe, meseleyê dadixe çek danînê.

Bi taybetî jî ev hatin rexnekirin;

* Di qanûnê behsa “Kurd” nekirinê,

*Milê xwe yên demokratîkbûn lawaz bû,

*Çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd nehatiye sererastkirin,

*Qanûn raste rast xwe bi çek danînê ve girê dide.

Tevger di heman deme de qanûnê wek destpêk nirxand û wiha got, “Qanûn netêrkere lê pêvajo destpêkiriye; ji vir şûnde pêwîste gavên demokratîkbûn û çareseriya siyasî were.”

Piştî daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê, Endamê Rêveberiya Konseya KCK Mustafa Karasû axifî û got ku gelek aliyên ku qanûn were rexnekirin heye lê ruxmê vê jî ketiye rêyekî. Karasû jî zêdetir di vê pêvajoyê de bi taybetî baldikşîne ser rola statûya Rêber Abdullah Ocalan û di meşandina pêvajoyê de girtina wî ya rol û mîsyonê.

PİŞTÎ KU QANÛNA ÇARÇOVE DERKET ŞÛNDE Çİ GAV HATİN AVÊTİN?

Heta niha gavên şênber ku ji bo pêvajo destpê bike nehatiye avêtin. Lê di 13 Tebaxê de di navbera Serokkomar Recep Tayîp Erdoxan û Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê de hevdîtinek girîng pêk hat.

Ji Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê Parlamenterê Wan’ê Pervîn Bûldan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar li Qesra Beştepeyê bi Serokkomar Erdoxan re 1 seat û 40 deqeyan di çarçoveya qanûnê de û gavên bên avêtin de hevdîtinek pêk hat. Ev hevdîtin gîrîng hat nirxandin ji ber ku piştî derketina qanûnê yekser di navbera Erdoxan û Şandeya Îmralî hevdîtin pêk hat.

Di hevdîtinê de ev mijar ser maseyê bûn:

*Pêkanîna qanûna çarçove

*Gavên ji vir şûnde werin avêtin

*Nexşerêya pêvajo

*Avakirina mekanîzmayên şopandinê.

Şandeya DEM Partî beriya hevdîtinê da zanîn ku piştî hevdîtina bi Erdoxan re bi lez û bez dixwazin biçin Îmralî û serdana Rêber Abdullah Ocalan bikin. Niha hevdîtina Îmralî di rojevê de ye.

WEZÎRE NAVXWE Û KURTULMUŞ CİVÎNA EWLEHÎ Lİ DAR XİST

Bi derbasbûna qanûna çarçove ji parlamentoyê di bin sîwana Wezareta Navxweyî, bi tevlîbûna Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li navenda GAMER’ê civîna berfireh a koordînasyonê hat li dar xistin. Valî, gerînendeyê ewlehî û fermandarê cendermeyê yê 81 bajaran tevlîbûn. Wezîrê Navxwe Mustafa Çiftçi û Serokê Parlamento Numan Kurtulmuş cuda cuda di çarçoveya qanûnê de derbarê sepandina qanûn û geşedanên qadê agahdarî kirin.

Di civînê de hat diyar kirin ku di meşandina pêvajoyê de li bajaran valî “koordînatorê herî jor e.” Di civînê hat xwestin ku li hember sabote kirinên pêvajo û provakasyonên muhtemel tedbîrên pêwîst werin girtin, parastina pergala civakî û sepandinên bi şiklê koordîne were meşandin.

Li hemberî geşedanên ku muhtemel pêk bê jî derbarê mijara mudahale kirine de agahdar kirinên pêwîst hat kirin.

NİHA Çİ TÊ PAYÎN?

Di 10’ê Tebaxê de di parlamantoyê de erê kirina qanûna çarçove re merhaleya ku zemîna hiqûqî avakirin temam bû. Niha em ketin qonaxa sepandina qanûn, mekanîzmayên şopandinê avakirin û ji bo pêvajoyê bimeşîne rolê Rêber Abdullah Ocalan diyarkirinê.

(ha)

ANHA