Meclisa Giştî ya PYD`ê entegrasyon û rewşa Sûriyeyê nîqaş kir

Meclisa Giştî ya YPD`ê di civîna xwe de diyar kir ku ew di çarçoveya peymana 29`ê Çile de piştgiriya entegrasyona demokratîk dikin, bang kir ku ji bo Sûriyeyê hevpeymana civakî were dayîn û hemû pêkhate hevbeş bijîn.

Meclisa Giştî ya PYD`ê entegrasyon û rewşa Sûriyeyê nîqaş kir
8 mijdar, 2026   13:45
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîna xwe ya giştî du rojan (5-6) mijdarê pêk anî. Endamên PYD`ê yên ji Efrîn, Kobanê, Cizîrê, Heleb, Şam û herêmên dîtir ên Sûriyeyê beşdarî bûn. Di civînê de pêveçûnên siyasî, leşkerî û aborî hate nirxandin û biryar girt. 

NIRXANDINA PÊVAJOYA ENTEGREKIRINE

Endamên Meclisê destnîşan kir ku ew di çarçoveya peymana 29`ê Çile de piştgiriya entegrekirina demokratîk dike. Divê entegrekirin li ser bingehê hevkarî û hemwelatiya wekhev ne helandinê, çêbe. Her wiha xweseriya herêmên Kurdan were parastin û nûnerên Kurdan cihê xwe di nava saziyên dewleta Sûriyeyê de wergirin.

Her wiha di civînê de xebatên entegrekirine erînî û girîng hate nirxandin û got divê pêvajo veguhere qanûnî û destûrî.

Meclisê di civîna xwe de ji bo aliyên hewl didin ku pêvajoya entegrekirina demokratîk bi dawî bikin, fitnê derxin, zimanê nefretê bi kar tînin û li ser aştiya civakî xeter e, hişyarî da. Sînordarkirina zimanê kurdî di 3`ê saetan de rexne kir û bang kir ku biryar li gorî mafên gelê Kurd li Sûriyeyê, têkoşîna li hemberî çeteyan û fedakariyên hatî kirin, were dayîn.

Der barê êrîşa li ser koçberên Girê Spî û Serêkaniyê meclisê got hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsyar e, ji mafê koçberan e ku vegerin warê xwe û nayê qebûlkirin ku siyaset li ses dosya koçberan were kirin. Vegera koçberan dê aştiya civakî û aramiyê misoger bike.

Meclisê di berdewamiya civîna xwe de bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku berpirsyar nêz bibe, rê li ber komên fitnê çêdike, bigire.

Her wiha meclisê piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandan û çalakiyên şênî û xwendekaran Kurd ji bo perwerdeya kurdî anî ziman û got mafê wan heye ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin û daxwaz ji komîteyên pêvajoya entegerekirine dişopînin kir ku erînî nêzî çalakiyên perwerdeya kurdî bibe.

Meclisê da zanîn ku heke di pêvajoya entegrekirine de diyalok nebe, garantiyên destûrî neyê dayîn, mafê neteweyî, çandî û ziman neyê midogerkirin, pêvajo nikare bidome. Bang kir ku li ser bingehê Sûriyeya demokratîk, pirrengî û nenavendî ku Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Ermen, Tirkmen, Elewî, Durzî û Êzidî hevbeş bijîn, hevpeymaneke nû ya civakî çêkin.

REWŞA ABORÎ Û CIVAKÎ YA SÛRIYEYÊ

Meclisê di berdewamiya civîna xwe de rewşa aborî û civakî ya Sûriyeyê nirxand û got bihabûn heye, xizmetguzarî kêm e û diyardeya bêkariyê belav bûye. Daxwaz kir ku rewşa aborî û civakî were nirxandin û pirsgirêk were çareserkirin.

Meclisê piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî anî ziman û got firsetekî dîrokî ye.

Ji bo yekitiya Kurdan jî meclisê got ew daxwaz dikin ku pirsgirêkên di navbera YNK`ê û PDK`ê werin çareserkirin. Kurd bi yekitiyê hebûna xwe biparêzin û kongreyê neteweyî were lidarxistin.

DEST BI AMADEKARIYÊN KONGRE BIKIN

Di civînê de biryar hate girtin ku PYD`ê kongreyê xwe li dar bixe, komîteyên amadekarina Kongre werin avakirin. Di kongrê de xebatên xwe binirxînin û rêveberî were guhertin.

Di dawiyê de Meclisa Giştî ya PYD`ê got ew ê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, pirreng û ne navendî tê bikoşin.

(np)

ANHA