PYD: Divê Partiyên Kurdî bi hestê welatparêzî û biratî tevbigerin

PYD’ê bal kişand ser erk û berpirsiyariyên aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û got: “Rewşa siyasî ya heyî berpirsiyariyek dîrokî ya hevpar dixe ser her du partiyên Kurdî daku destkeftiyên gelê Kurd biparêzin.”

PYD: Divê Partiyên Kurdî bi hestê welatparêzî û biratî tevbigerin
6 mijdar, 2026   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê derbarê nakokiyên di navber partiyê Kurd ên li başûrê Kurdistanê li ser malpera xwe daxuyanî da.

PYD’ê anî ziman ku gavên siyasî yên bêy lihevkirinê, nakevin xizmeta gelê Kurd.

PYD’ê destnîşan kir ku rewşa siyasî ya heyî berpirsiyariyek dîrokî ya hevpar dixe ser her du partiyên Kurdî daku destkeftiyên gelê Kurd biparêzin û ev got: “Di vê dema hesas de ku qonaxa dîrokî ya û yekîtiya neteweyî ya Kurd û lihevkirin ferzên neteweyî dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de PYD’ê ev got: “Gavên siyasî yên bêyî lihevkirinê nakeve xizmeta gelê me û dibe ku pozîsyona Kurdan li herêmê, Iraqê û tevahiya Kurdistanê qels bike.”

PYD bang li aliyên kurdî kir ku bi hestên welatparêzî û biratiyê tev bigerin û rê bidin diyalog û lihevkirinê.