Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava bi munasebeta Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinan a 25`ê Mijdarê Cîhanê daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de bal kişand ser marjînalîzekirina rola jinan li Sûriyeyê û têkoşîna li hemberî paşveçûna destkeftiyên jinan, jinan di daxuyaniya xwe dirûşmeya kampanyayê diyar kirin û gelek daxwaz anîn ziman.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistina Jinan starta çalakiyên 25`ê Mijdarê da
8 mijdar, 2026   12:06
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê (25 Mijdar) Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava bi dirûşmeya ji bo rawestandina tundiya li hemberî jinê, "bibin  yek Jin, Jiyan, Azadî" daxuyaniyek da, daxwazên xwe anîn ziman û plansaziya xwe aşkere kirin.

Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya jinên Kurd, Ereb, Suryan-Asur û Ermen ve hat dayîn, daxuyanî bi zimanê kurdî Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hesen, bi zimanê erebî Endama Rêveberiya Nivîsgeha Qamişlo ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Mûna Yûsif û bi zimanê Suryanî Endama Saziya Jinên Suryan Hela Mîrza ve hat xwendin.

`BI BERDEWAMÎ JIN RASTÎ TUNDIYÊ TÊ`

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 25`ê Mijdara her salê de, cîhan berpirsiyariyên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî yên li hemberî mijara têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê ji nû ve bi bîr tîne û soza xwe ya parastina mafên jin û keçan, parastina rûmet û azadiya wan û xebatkirina ji bo avakirina civakên bê tundî, bê cudakarî û bê paşguhkirinê nû dike û wiha hat gotin: “Ev roj di bin siya berdewamiya gelek cureyên tundiyê de tê, ku jin li her devera cîhanê pê re rû bi rû dimînin, çi di demên aştiyê de be çi di demên şeran de bê, di hundirê malbatê de an jî di civak û saziyan de. Ev yek piştrast dike ku tundiya li hemberî jinê ne tenê pirsgirêkek şexsiye an civakî ye, lê belê pirsgirêkek mafî, siyasî û mirovî ye ku bingehê dadwerî, wekhevî û demokrasiyê dike armanc.”

Jinan di daxuyaniyê de dan zanîn ku tundiya li hemberî jinê tenê bi êrişa laşî, derûnî, devkî an zayendî sînordar nabe, lê belê şêweyên wê yên firehtir û kûrtir hene, ku di nav de tundiya aborî, bêparhiştina ji perwerde û kar, kontrolkirina azadî û hilbijartinên jinê, tengkirina beşdariya wê di jiyana giştî de, dûrxistina wê ji cihên berpirsiyariyê û biryardanê, her wiha tundiya siyasî û sazî ku hebûn, îrade û rola wê di civakê de dike armanc. Her wiha cudakariya li ser bingeha cinsî, berdewamiya hişmendiya baviksalarî û bikaranîna adet û kevneşopiyan ji bo sînordarkirina azadiya jinan, hemû van faktorên ku bi awayekî rasterast an nerasterast dibin sedema ji nû ve hilberandina tundiyê û kûrkirina wê, pêk tînin.

`EM BI VÊ BONEYÊ BALÊ DIKŞÎNIN SER REWŞA JINÊN LI SÛRIYEYÊ`

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji vê yekê dest pê kirin, ku têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê tenê bi dirûşme û çalakiyên demkî nayê pêkanîn, lê belê guhertineke bingehîn di avahiyên qanûnî, civakî, siyasî û çandî de pêdivî dike, yên ku rê didin berdewamiya tundî û cudakariyê. Her wiha ev yek îradeyeke rastîn ji bo nasîna jinê wekî miroveke tam ku xwedî mafên wekhev e û wekî hevparê bingehîn di avakirina civakê û diyarkirina pêşeroja wê de pêdivî dike û wiha anîn ziman: “Di vê boneyê de, em balê dikişînin ser rewşa jinên li Sûriyeyê, ya ku ji ber salên dirêj ên şer, pevçûn û perçebûna civakî û siyasî, bihayên gelek giran daye û di encama wan de koçberî, derxistin, windakirina ewlehî û aramiyê û gelek binpêkirinên ku jin û keç pê re rû bi rû bûne, derketine holê.”

`JINÊN LI SÛRIYEYÊ BARÊN GIRAN HILGIRT Û LI ALIYEKE DIN DI QADAN DE AMADE BÛ`

Daxuyanî bi vî awayî hat berdewamkirin, jinên li Sûriyeyê di salên krîzê de barên zêdetir giran hilgirtin. Ew di heman demê de bû qurbana tundî, koçberî, xizanî û windakirinê, û di heman demê de di qadên xebata mirovî, civakî û siyasî de amade bû. Wê di parastina civakan, birêvebirina karûbarên jiyanê, parastina têkiliya civakî û rûbirûbûna şert û mercên dijwar û tevlihev de beşdarî kir. Lê tevî vê yekê, jin hîn jî di gihîştina dadweriyê, parastina qanûnî, derfetên aborî, perwerdehiyê û xizmetên bingehîn de bi gelek astengiyan re rû bi rû ne, ji bilî berdewamiya hin şêweyên cudakarî, paşguhkirin û dûrxistinê.

`JIN HEVPAREKE BINGEHÎNE, LÊ XEBATA WÊ TÊ SÎNORDARKIRIN`

Jinan daxuyaniya xwe wiha domandin: “Em dibînin ku yek ji wan şêweyên herî girîng ên tundiyê ku jinên li Sûriyeyê, îro pê re rû bi rû dimînin, dûrxistina wê ya berdewam ji wan qadên ku biryarên têkildarî pêşeroja welêt tê de tên danîn, kêmhebûna hebûna wê di saziyên siyasî, qanûndanîn û îdarî de û paşveçûna beşdariya wê di pêvajoyên danûstandinan û amadekirina siyasetên giştî de ye. Li şûna ku jin di avakirina Sûriyeya nû de bibe hevpareke bingehîn, em dibînin ku hebûna wê di gelek pêvajoyên siyasî de hîn jî sînordar e û temsîla wê di hin saziyan de nagihîje asta rola wê, fedakariyên wê û cihê wê di civakê de.

`DIVÊ MIJARA JINÊN LI SÛRIYEYÊ BEŞEKE GIRÎNG A HER PROJEYÊ BE`

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku marjînalîzekirin jinan ji cihên biryarê ne tenê perensîba wekheviyê bin pê dike, lê di heman demê de astengiya avakirina dewletek piralî û demokratîk a li ser bingeha beşdarbûn, edalet û rêzgirtina mafên mirovan jî dike. Demokrasiyek ku jinan ji biryardanê dûr dixe an jî tenê nûnertiya sembolîk pêşkêşî wan dike, nikare wekî demokrasiyeke temam were hesibandin, her projeyek siyasî ku jinan wekî hevkarên wekhev nas neke, dê nikaribe edaleta civakî û siyasî bi dest bixe û wiha hat gotin: “Ji ber vê yekê, em tekez dikin ku divê mijara jinên li Sûriyeyê beşek girîng a her projeyek neteweyî ji bo avakirina Sûriya nû be, ne mijarek duyemîn an dosyayek civakî be ku di qonaxên paşîn de were paşxistin an çareser kirin.”

`ENTEGRASYON BÊYÎ GARANTIYA QANÛNÎ DIKARE BIBE PAŞVEÇÛNA DESTKEFTIYAN`

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û wiha hat gotin: “Em vê pêvajoyê wekî rêyekê dişopînin ku bi pêşeroja saziyan, civakan û mafên hemwelatiyên jin û mêr ve girêdayî ye. Em piştrast dikin ku ev pêvajoy divê li ser bingehên demokrasiyê, dadweriyê, wekheviyê û hevpariya rastîn were avakirin û divê beşdariya hemû pêkhateyên civakê, bi taybetî jinan, di xêzkirina pêşeroja welêt de misoger bike.

Der barê heman mijarê de jinan ev hişyarî da: “Em hişyar dikin ku pêvajoya entegrasiyonê neyê guhertin ji bo rêyekî îdarî an sazî ku tenê di dabeşkirina nû ya post û desthilatdariyan de were kurtkirin, bêyî ku pirsgirêkên bingehîn ên maf, wekhevî û temsîliyeta demokratîk çareser bike. Her wiha em hişyar dikin ku ev pêvajo, di rewşa tunebûna garantiyên qanûnî û siyasî yên zelal de, dikare bibe sedema paşveçûna destkeftiyên jinê, û lawazbûna hebûna wê di saziyan de û ji nû ve hilberandina şêweyên paşguhkirin û derxistinê yên ku jin di qonaxên borî de jiyan kirine.”

`DIVÊ HEBÛNEKE RASTÎN A JINAN HEBE`

Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi saya têkoşîn û beşdariya xwe ya çalak, di warên rêxistinkirina siyasî û civakî, rêveberiyê, xebata civakî, beşdariya di saziyan de, pergala hevserokatiyê, temsîla jinan û rûbirûbûna tundî û cudakariyê de destkeftiyên girîng bi dest xistine. Ev destkeftî ne diyariyên kesekî an mafên taybet ên demkî bûn, lê belê encama têkoşîneke dirêj û fedakariyên mezin bûn û îradeya jinan a ku bibin xwediyên biryarê û di birêvebirina karûbarên civakê de beşdar bin, nîşan didin. Ji ber vê yekê, parastin û pêşxistina van destkeftiyan di çarçoveya her pêvajoya entegrê de an ji nû ve avakirina saziyên Sûriyeyê de, pêdiviyeke mafî û demokratîk e, ne daxwazeke komî an taybet a jinan e. Her wiha misogerkirina beşdariya jinê di saziyên nû de divê tenê bi tayînkirina hejmareke jinan di hin cihên diyarkirî de sînordar nebe, lê belê divê hebûneke rastîn û bibandor di hemû astên biryardana siyasî, îdarî, qanûnî, ewlehî û aborî de hebe.”

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Em tekez dikin ku dûrxistina jinan ji navendên biryardanê, an jî marjînalîzekirina rola wan di komîte û saziyên ku bi entegrasyonê ve mijûl in, cureyek ji tundûtûjiya siyasî û sazûmanî ye, perensîbên beşdarbûn û wekheviyê yên ku divê Sûriyaya pêşerojê li ser wan ava bibe, têk dibe. Her wiha em tekez dikin ku her pêvajoyek entegrasiyoê ku temsîliyeta jinan a wekhev garantî neke, mekanîzmayên qanûnî ji bo parastina maf û destkeftiyên jinan peyda neke, rola tevger û rêxistinên jinan di diyalog û biryardanê de nas neke, pêvajoyek e ku yek ji hêmanên herî girîng ên edalet û rewatiya civakî tê de tune ye.”

 Jinan da zanîn ku em bawer dikin ku aştiya rastîn ne tenê bi rawestandina şer an jî ji nû ve organîzekirina saziyan pêk tê, ew dema ku hemû endamên civakê, jin û mêr, hîs bikin ku ew di maf, rûmet û derfetan de wekhev in, dema ku jin di çêkirina aştiyê de, di nivîsandina destûrê de, di avakirina saziyan û di destnîşankirina polîtîkayên ku pêşeroja welêt şekil didin de amade bin, pêk tê.

DAXWAZ

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava ev daxwazan kirin:

• Misogerkirina mafên destûrî yên jina Sûriyê: Wekheviya tam di navbera jin û mêr de were misogerkirin, cudakarî li ser bingeha zayend, netewe, ol an girêdana civakî were redkirin û ev maf di destûr û qanûnên neteweyî de bên misogerkirin.

•Misogerkirina beşdariya wekhev a jinan di  cihê biryardanê de: Pejirandina mekanîzmayên zelal ên ku beşdariya jinan di saziyên qanûnî, rêveberî, îdarî û dadwerî de û di hemû astên serkirdayetî û berpirsiyariyê de misoger dikin, dûrî temsîliyta şeklî an sembolîk.

•Têkoşîna li dijî tundiya siyasî û sazî ya li hemberî jinê: Bidawîanîna polîtîkayên derxistin û paşguhkirinê, rûbirûbûna xîtabên ku rola jinê kêm dibînin an hewl didin wê vegerînin rolên kevneşopî û misogerkirina azadiya jinan di rêxistinkirin, derbirîn û beşdariya siyasî de. 

•Derxistina qanûnên bi bandor ji bo parastina jinan li hemberî tûndiyê: Pêşxistina qanûn û mekanîzmayên parastin û hesabpirsînê yên ku li hemberî tûndiya malbatî, civakî, aborî û zayendî radiwestin û gihîştina jinan a dadwerî û parastinê bê cudakarî misoger dikin.

•Xurtkirina rola tevger û rêxistinên jinan:Nasîna tevger û rêxistinên jinan wekî hevparekî bingehîn di amadekirina siyasetên têkildarî mafên jinan de û beşdarkirina wan di diyaloga neteweyî, pêvajoyên avakirina aştiyê û dadweriya derbasbûnê de.

•Misogerkirina dadweriya civakî û derbasbûnê ji  cinsiyetperestiyê: Nasîna binpêkirinên ku jin di salên şer de pê re rû bi rû bûne, misogerkirina beşdariya wan di mekanîzmayên eşkerekirina rastiyê, hesabpirsîn û telafîkirina zirarê de û nebîra serpêhatiyên jinan di tu pêvajoya dadweriya derbasbûnê de neyê kirin.

•Pêşxistina mekanîzmayên çavdêrî û berpirsiyariyê: Avakirina mekanîzmayên serbixwe ji bo şopandina binpêkirinên têkildarî mafên jinan, şopandina asta pêkanîna peywirên qanûnî û siyasî û misogerkirina hesabpirsînê ji her paşveçûnekê di maf û destkeftiyên jinan de.

DIRÛŞME Û PLANSAZÎ

Platformê kampanyaya xwe ya li dijî tundiya li hemberî jinan bi vê dirûşmeyê ji bo rawestandina tundiya li hemberî jinê, "bibin  yek Jin, Jiyan, Azadî" diyar kir.

Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku kampanya ji 8`ê Mijdarê ve dest pê dike û heta 25`ê Mijdarê bi dawî dibe. Di plansaziyê de gelak çalakî û bername weke semîner, panel, forum, pêşengeh û meş bên lidarxistin.

Platformê di dawiyê de ev anî ziman: “Em di Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan de, di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tûndiya li hemberî jinê de, soza xwe ya domandina têkoşînê ji bo azadî, rûmet û mafên jinê û têkoşîna li dijî hemû şêweyên tundî, cudakarî û derxistinê yên ku jin di malbat, civak û saziyan de dikin armanc, nû dikin. Em piştrast dikin ku tundiya li hemberî jinê tenê bi êrişkirina laşê wê dest pê nake, lê belê ew dema ku dengê wê tê desteserkirin, îradeya wê tê paşguhkirin, ji mafê xwe yê beşdariyê bêpar tê hiştin, ji cihên berpirsiyariyê tê dûrxistin û biryar li ser pêşeroja wê tên girtin bêyî ku ew di wan biryaran de hevpar be.”

(sb)

ANHA