Komîteya Zimhêrê li El-Erîşe buhayan kontrol dike

Bazirgan û xwediyên dikanan li bajarokê El-Erîşê bi bihaneya bilindbûna dolar, kel û pelên xwarinê jî bi rêjeyeke zêde buha kirine. Li ser giliyê şêniyên El-Erîşe Komîteya Zimhêrê gera xwe di sûkê de zêde kir û hewl dide ku buhayê madeyan kontrol bike.

Komîteya Zimhêrê li El-Erîşe buhayan kontrol dike
Komîteya Zimhêrê li El-Erîşe buhayan kontrol dike
Komîteya Zimhêrê li El-Erîşe buhayan kontrol dike
Komîteya Zimhêrê li El-Erîşe buhayan kontrol dike
Komîteya Zimhêrê li El-Erîşe buhayan kontrol dike
Komîteya Zimhêrê li El-Erîşe buhayan kontrol dike
Komîteya Zimhêrê li El-Erîşe buhayan kontrol dike
6 sibat, 2020   11:21
HESEKÊ- BASIM EL-DEXÎL

Şêniyên navçeya El-Erîşe ya Hesekê ji ber buhabûna zêde ya madeyên xwarinê û bazirganiya xwediyên dikanan bi dolarên Amerîkî, zehmetiyan dikişînin.

Da ku bihabûna madeyan kontrol bikin û bazirgan bi buhayan nelîzin, Komîteya Zimhêrê ya girêdayî şaredariya navçeyê gerên xwe li sûkê zêde kirine.

Bazirgan Ehmed El-Nacî diyar kir ku bazirganên madeyên xwarinê li xwediyên dikanan belav dikin, bi dolaran didin û distînin û got saet bi saet buhayê madeyan bi pereyên Sûriyê tê guhertin. El-Nacî destnîşan kir ku bilindbûna zêde ya madeyên  xwarinê li ser bazirgan û xwediyên dikanan bandorê nake. Lê belê bandora zêde li ser şêniyan e û wiha  got: "Saet bi saet, 5 hezar lîreyên Sûriyê ferq dikeve buhayê torbeyê şekir."

Welatiyê bi navê Elî El-Hemade ji şêniyên El-Erîşe bang li aliyên têkildar kir ku sînorekî ji bazirganiya bi dolar re deynin ku gihîştiye zêdetirî hezar û 200 lîreyên Sûriyê. Ji ber ku ev yek dihêle ku bazirgan bi buhayên madeyan bilîzin. El-Hemede diyar kir ku ji ber keysbaziya bazirganan di bendewariya bilindbûna buhayê dolar de, kirîn û firotan li sûkê lawaz bûye. El-Hemede got divê kirîn û firotin bi pereyên Sûriyê bê kirin da ku ev diyarde bi dawî bibe û rêyek ji bo yekkirina buhayan bê dîtin.

Welatiya bi navê Caziya El-Ewad jî diyar kir ku şênî di sûkê re tenê derbas dibin û ji ber buhabûna zêde yên madeyên sereke tiştekî nakirin û wiha got: "Divê aliyên têkildar çareseriyekê bibînin."

Der barê giliyên şêniyan de, ajansa me ANHA`yê hevpeyvînek bi seroka Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya El-Erîşe Besma Ehmed re çêkir. Besma diyar kir ku ji ber giliyên şêniyan ên ji bo buhabûna madeyan, komîteya wan gerên xwe zêde kirine.

Besma Ehmed îşaret pê kir ku gelek muxalefe li dikanên bazirganiyê hatine girtin û da ku careke din dubare nekin, cezayê pereyan li wan tê birîn. Lê belê buhayê dolar ê ne bi îstqrar nahêle ku buhayên madeyan bên kontrolkirin.

(cx)

ANHA