Xwendekarên li Hesekê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin

Li navenda bajarê Qamişlo xwendekaran ji bo daxwaza naskirina zimanê kurdî di destûrê de û misogerkirina perwerdeya bi zimanê dayikê çalakî li dar xistin, Şêwirmendê Êla El Cibûr ê ku beşdarî çalakiyê bû piştgiriya xwe ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî nîşan dan.

Xwendekarên li Hesekê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin
Xwendekarên li Hesekê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin
Xwendekarên li Hesekê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin
Xwendekarên li Hesekê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin
Xwendekarên li Hesekê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin
8 mijdar, 2026   14:06
HESEKÊ

Xwendekaran ji bo fermîkirina zimanê kurdî di destûrê de û redkirina biryara sînordarkirina zimanê kurdî, li pêşiya çerxerêya Kevokê ya li bajarê Hesekê çalakiyeke protestokirinê li dar xist.

Xwendekaran daxwaza mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê û parastina nasanameya çandî kirin, sloganên “Em zimanê xwe dixwazin” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.

Şêwirmendê Êla El Cibûr Ekrem Mehşûş beşdarî çalakiyê bû û piştgiriya xwe li beramberî daxwazên xwendekaran nîşan da, da zanîn ku mafê zimanî daxwazeke rewa ye û divê bê bersiv nemîne.

Mehşûş li pêşberî beşdaran ev yek anî ziman: “Em îro ji bo daxwaza mafê we yê rewa li virin, ev daxwazeke ji wijdanê mirovane, em daxwaza mafê xwe û mafê hemû xwendekaran dikin.”

Ekrem Mehşûş bal kişandin ser têkiliya biratiyê û jiyana hevbeş a li herêmê û wiha got: “Ev 13 sal in em bi hev re ne, em ê bi hev re jî bimînin.”

Ekrem Mehşûş got: “Ez wekî şêniyeke Ereb ji mafê min e ku ez daxwaza zimanê xwe bikim, ji mafê Kurdan e jî daxwaza mafê xwe yê ziman bikin, daxwaza me ya ji bo ziman, daxwazeke aştiyane û şaristanî ye.”

(sb)

ANHA