Tevgerên Îsraîlê li Quneytrayê didomin

Hêzeke Îsraîlê bi 5 erebeyan ket gundê El Esbeh ê başûrê Quneytrayê û li taxa rojhilat rê girtin. Hêzek din jî ber bi gundên Seyda Hanûtê û mezreya Rezaniyê ve çû.

Tevgerên Îsraîlê li Quneytrayê didomin
8 mijdar, 2026   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke Îsraîlê îro bi 5 erebeyan ket gundê El Esbeh ê başûrê Quneytrayê û li taxa rojhilat rê li ber çûn û hatina şêniyan girtin.

Hêzeke din bi 3 erebeyên leşkerî ber bi bajarokê Seyda Hanûtê ve çû, piştre rêya xwe ber bi mezreya Rezaniyê ve domand.

Agahiyên zêdetir nehatin belavkirin.

(bb)