Li Helebê du malbat bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene

Li taxa Amiriyê ya Helebê di pevçûna navbera du malbatan de kuştî û birîndar çêbûn.

Li Helebê du malbat bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
8 mijdar, 2026   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Amiriyê y a Helebê du malbat bi hev ketin û çek hatin bikaranîn. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Hêzên ewlekariyê ji bo kontrolkirina pevçûnê li taxê belav bûne.

Der barê sedemên pevçûnê û hejmara kuştî û birîndaran de agahî nehatin belavkirin.

Duh jî li bajrokê Semoqa yê gundewarên bakurê Helebê du malbatan şer kirin. Di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

(bb)