Trump: Bi pêşketina danûstandinan re şerê bi Îranê re ne pêkan e

Trump diyar kir ku bi pêşveçûna danûstandinan re ji nû ve destpêkirina şerê bi Îranê re ne pêkan e û got, ger danûstandin têk biçin hêzên Amerîkayê amade ne êrişên nû pêk bînin.

Trump: Bi pêşketina danûstandinan re şerê bi Îranê re ne pêkan e
8 mijdar, 2026   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump got gengaziya jinûve destpêkirina êrişên leşkerî li dijî Îranê ligel pêşketina danûstandinên bi armanca bidawîanîna şer ne pêkan e, lê Washington amade ye ku ger zirar çêbûne derbeyên nû pêk bîne.

Di peywendiyeke telefonê ligel CCN’ê de Trump diyar kir ku dibe ku êrişa leşkerî li dijî Îranê ne pêwîst be û da zanîn ku Tehran hewl dide bigihîne rêkeftinekê.

Trump anî ziman ku hêzên Amerîkayê hîna di rewşa amadebeşiya pêkanîna êrişeke leşkerî ya nû de ye û hişyarî da ku ger rêveçna danûstandinan hilweşin dê derbeyên tund pêk bên û got: “Ger were xwestin em ê bi xurtî lê bidin. Hûn xeyal nakin ku xurtiya derbeya ku li dijî wan pêk bînin.”

Trump destnîşan kir ku 3 balafirhilgirên DYA’yê di rewşa amadebaşiyê de ne û Washingtonê hin armancên xwe li Îranê diyar kirine weke stasyon enerjî û piran û artêşa Amerîkayê dikare di saetekê de 38 pirên Îranê birûxîne, lê vê naxwaze vê yekê bike, ji ber jinûve avakirina wan wê bi salan li ber xwe bide.

Der barê şiyana leşkerî ya Îranê de Trump got hejmarek mezin a kargehên mûşek û dronên Îranê ji xizmetê derketine.

(f)