Lîstikvanên dibistana Tayekwandoyê 8 madaliya wergirtin

Dibistana Nimûr El Tayekwando ya navneteweyî li Hesekê 8 madalyayên zêrîn, zîv û bronz li şampiyona Aryena navneteweyî ya li Urdinê wergirtin.

Lîstikvanên dibistana Tayekwandoyê 8 madaliya wergirtin
Lîstikvanên dibistana Tayekwandoyê 8 madaliya wergirtin
Lîstikvanên dibistana Tayekwandoyê 8 madaliya wergirtin
8 mijdar, 2026   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîstikvanên jin û mêr ên dibistanan Nimûr El Tayekwando ya navneteweyî ya li Hesekê, di beşdariya xwe ya şampiyona “Aryena navneteweyî” (Arena Open) ya li Urdinê de, 8 madaliyayên ku ji wan 3 zêrîn, 2 zîv û 3 jî bronz in wergirt.

Madalyayên zêrîn ji hêla Omîd Abî, Şam Hesam û Rojda Îbrahîm ve, Madalyayên zîv ji aliyê Zinar Osman û Aya Ehmed ve û Madalyayên bronz ji hêla Felek Hac Fetah, Mihemed Hac Fetah û Mehmûd Hesen ve hatin wergirtin.

Nivîsgeha ragihandinê ya dibistanê serdana Wezîrê Ciwanan ê Urdinê Dr. Raid El Idwan kir.

Lîstikvanên bi navê Alav Hesen, Elî Mihemed û Ehmed Hac Fetah jî beşdarî şampiyonê bûn.

(sb)

ANHA