Li Dêrazorê di gulebaranê de kesek hat kuştin

Li bajarê Qoriya yê gundewarê Dêrazorê di gulebarana erebeyekê de kesek hat kuştin û kesek din birîndar bû.

Li Dêrazorê di gulebaranê de kesek hat kuştin
8 mijdar, 2026   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Qoriya yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê vê sibehê nakokî di navbera du firoşkarên mirîşkan de derket û veguherî pevçûnê.

Li gorî SOHR‘ê, firoşkarekî mirîşkan da dû erebeya ku yê din tê de bû heya ku ji bajarê Meydanê gihaşt gundê Qoriyayê û gule li erebeya reşand. Di encama bûyerê de kesek hat kuştin û yek din birîndar bû.

SOHR‘ê destnîşan kir ku ji destpêka îsal (2026) ve 462 bûyerên bi vî rengî çêbûne, di encamê de 401 mêr, 68 jin û 44 zarok hatine kuştin.

(bb)