Xwendekarên Kobanê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin

Xwendekarên li Kobanê  ji bo parastina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê daketin qadan û bi daxuyaniyekê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin.

Xwendekarên Kobanê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin
Xwendekarên Kobanê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin
Xwendekarên Kobanê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin
Xwendekarên Kobanê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin
Xwendekarên Kobanê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin
8 mijdar, 2026   13:34
KOBANÊ

Îro li bajarê Kobanê, bi sedan xwendekar li Qada Şehîd Egîd kom bûn û bi daxuyaniyekê bal kişandin ser girîngiya perwerde û parastina zimanê kurdî.

Daxuyanî ji hêla xwendekara bi navê Hêlîn Omer Hisên ve hat xwendin

Daxuyanî wiha ye:

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku: "Mafê perwerdeya bi zimanê kurdî were nasîn û parastin û ti ziman li ser zimanekî din neyê ferzkirin. "

Xwendekaran dan zanîn ku Mafê hemû gelên sûriyê heye ku perwerdeya xwe bi zimanê dayikê misoger kirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em ne li dijî zimanekî ne, em li dijî ferzkirinê ne. Em ne li dijî gelên dinin, em mafê xwe dixwazin. Zimanê Kurdî nasnameya me, diroka me û hebûna me ye. "

(so/k)

ANHA