Li Hesekê yekemîn Stadyuma Padel hat vekirin

Li bajarê Hesekê, bi armanca derbaskirina werzîşeke nû li herêmê û derfet ji ciwanan re bê dayîn yekemîn Stadyuma Werzîşa Padel (Smash Padel Club) hat vekirin.

Li Hesekê yekemîn Stadyuma Padel hat vekirin
Li Hesekê yekemîn Stadyuma Padel hat vekirin
Li Hesekê yekemîn Stadyuma Padel hat vekirin
Li Hesekê yekemîn Stadyuma Padel hat vekirin
7 mijdar, 2026   05:35
HESEK
BILIND HACÎ

Li taxa Umran a Hesekê Stadyuma Werzîşa Padel (Smash Padel Club) ku li Cizîrê yekemîn e, li kêleka komek ji lîstok û çalakiyên werzîşê yên dîtir hat vekirin. Armanc ji vê gavê derfet li pêş ciwanan were vekirin ku behreyên xwe pêk bînin.

Lîstika Padel dişibe tenîsê, lê li ser stadyumeke biçûk di nava dîwarên camî de tê lîstin.

Ji bilî qada padelê, di klubê de werzişên din weke voleybol û tenesa ser maseyê (ping pong) hene û bi vî awayî cîhekî piralî ji bo çalakiyên werzişî û şahîyê pêşkêş dike.

Der bvarê mijarê de Gerînendeyê Klubê Îsmaîl Îsmaîl diayr kir ku hilbijartina van lîstikan li ser bingeha girîngiya wê ji bo gel, belavbûn û hezkiriyên wê li dora cîhanê pêk tê.

Îsmaîl destnîşan kir ku hilbijartinên werzîşî li herêmê hîna sînordarkirî ne, lê piranî girîngiyê didin futbolê.

Di dewama axaftinê de Îsmaîl got lîstika Padel xwedî cudahiya hêsanbûna fêrbûn û bikaranîna wê ye, tu jêhatîbûnên pêşketî yan jî perwerdehiyên demdirêj navê, kes dikare di gava destpêkê de bi kar bîne, ev jî yek ji sedemên belavbûn û pejirandina wê ye.

Îsmaîl diyar ku di destpêkê de projeya klubê tenê avakirina Stadyûma Werzîşa Padel bû, lê ji ber hezkiriyên voleybolê û ping pongê hişt ku organîzetor lîstikan curbicur bikin û klub cihekî berfireh bide hezkiriyên werzîşê.

Îsmaîl bal kişand ser ku peyama klubê ew e ku ciwan werin teşwîqkirin, ji telefon, lîstikên elektronî û qehewxaneyan bi dûr bikevin û berê xwe bidin çalakiyên werzîşî.

Îsmaîl da zanîn ku armanca projeyê guhertineke erênî di jiyana ciwanan de çêkin û ezûmeke werzîşî ya nû li bajêr zêde bikin.

Organîzetorên klubê hêvî dikin ku vekirina stadyûmê bibe sedema belavbûna werzîşa Padel di nava xelkê Hesekê de, ciwanan zêdetir bikişîne.

(f)

ANHA