Li Senegalê keştiya koçberan noqî avê bû: 21 kes mirin

Li bakurê rojavayê Senegalê keştiyeke koçberan noqî avê bû û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî hate rizgarkirin. Ji bo windayan jî xebatên lêgerînê didomin.

Li Senegalê keştiya koçberan noqî avê bû: 21 kes mirin
8 mijdar, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li peravê Kebemer ê Senegalê keştiyeke koçberan noqî avê bû û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Karên Hundir a Senegalê ragihand ku ji şeva 7’ê Mijdarê û şûnde cenazeyên 21 kesan hatine dîtin û kesek jî hatiye rizgarkirin.

Di daxuyaniya wezaretê de dîroka bûyerê nehate diyarkirin û hate destnîşankirin ku bi armanca desteka ji bo kesên hatine rizgarkirin, xebatên saziyên dewletê didomin. Tê payîn ku Wezareta Karên Hundir roja duşemê biçe cihê bûyerê.

Li gorî nûçeya rojnameya neteweyî Le Soleil, keştî li peravê Loumpoul a li herêma Louga ya navbera Dakar û Saint-Louis noqî avê bû.