Siûdiyê 2 mûşekên Hûsiyan asteng kirin

Koalîsyona bi serkêşiya Siûdiyê 2 mûşekên balîstîk ên ku Hûsiyan ber bi Riyadê ve avêtine asteng kirin û rampeyên mûşekan rûxandin.

Siûdiyê 2 mûşekên Hûsiyan asteng kirin
8 mijdar, 2026   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona bi serkêşiya Siûdiyê ragihand ku 2 mûşekên Hûsiyan ber bi Riyadê ve avêtine asteng kirin û rampeyên wan ên li parêzgeha Seide ya Yemenê rûxandin.

Berdevkê koalîsyonê Tirkî El Malikî li ser X’ê nivîsand ku: “Pergalên Parastinê yên Siûdiyê 2 mûşekên beriya bigihînin armancên xwe hatin astengkirin û wêrankirin û hêzên koalîsyonê her du rampeyên jê êriş pêk hatiye wêran kirin.”

Îro serê sibê, piştî avêtina 2 mûşekan, dengê teqînên xurt li Riyadê hat bihîstin. Şahidên bûyerê ji AFP’ê re got ku êrişê navenda Darayî ya Melêk Ebdullah ku li bakurê paytextê ye, kiriye armanc û di encamê de zirar gihîştiye avahiyeke ku ya şîrketa Aramco ye.

Li aliyekî din jî, Wezareta Enerjiyê ya Siûdiyê ragihand ku avahiyek Ramco rastî hewldana hedefgirtinê hat, parçe li ser avahiyê ketin, zirarên sînordarkirî çêbûn, lê tu ziyanên mirovî çênebûn.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehye Serî ragihand ku 4 êrişên leşkerî bi rêya mûşekên balîstîkî û dronan pêk anîne.

(f)