Li Misrê du trên li hev qelibîn: Bi dehan kes bûn qurbanî

Li parêzgeha Ciza ya Misirê di qezaya du trnênan de 4 kes mirin û 88 kes birîndar bûn.

Li Misrê du trên li hev qelibîn: Bi dehan kes bûn qurbanî
8 mijdar, 2026   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li herêma Eyatê ya parêzgeha Cîza ya başûrî paytexta Misr Qahîreyê du trên li hev qelibîn.

Wezareta Tenduristî û Niştecihan a Misirê da zanîn ku li gorî agahiyên pêşîn di encama qezayê de 4 kes mirin û 88 kes birîndar bûn.

Li gorî Desteya Neteweyî ya Xetên Trênê ya Misirê, trêna 134 ji Cîza diçû Fiyûmê li trêna 2010 a ji Qahîre diçû Eswanê qelibî.

Desteyê diyar kir ku qeza li devera navbera stasyonên Kefer Emar û Reqayê çêbû, di encamê de tevgera trênan a li ser xetê sekinî.

(bb)