Piştî avakirina nuqteyeke Tirkiyê, rejîmê balafirgeha Teftenaz bombebaran kir

Piştî çend saetan ji avakirina nuqteyeke hêzên dewleta Tirk li balafirgeha Teftenaz a leşkerî, balafirên şer ên rejîma Sûriyê balafirgeh bombebaran kir. Li deriyên bajarokê Seraqibê jî şerên dijwar dewam dikin.

Piştî avakirina nuqteyeke Tirkiyê, rejîmê balafirgeha Teftenaz bombebaran kir
6 sibat, 2020   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên rejîma Sûriyê balafirgeha Teftenaz a leşkerî li gundewarên Idlibê piştî çend saetan ji avakirina nuqteyeke dewleta Tirk li hundirê balafirgehê, bombebaran kir.

SOHR`ê îro derbasbûna karwanekî leşkerî yê nû yê artêşa Tirk a dagirker ji erdên Sûriyê re di çend saetên derbasbûyî de, şopand.

Karwanê dewleta Tirk ji 50 panzêr, tank, erebeyên çekên giran her wiha madeyên lojîstîkê pêk tê. Hêzên dewleta dagirker bi zanabûn nuqteyeke nû li balafirgeha Teftenaz a rojhilatê Idlibê ava kir.

Ev yek hemwextî dijwarbûna şerê li deriyên bajarokê Seraqibê, pêk hat. Hêzên rejîmê duh êvarê bi ser bajarok de girtin, komên çete jî bi destekdayîna nuqteyên çavdêriyê careke din ketin bajarok.

SOHR`ê her wiha vê sibehê bombebarana dijwar a li ser Idlib û Helebê şopand. Balafirên şer ên rejîmê û Rûsyayê piştî nîvê şevê bi dehan êirşên asîmanî li Seraqib, Biniş, Sermîn û Teftenaz ên gundewarên Idlibê û cihên din li gundewarên başûr û rojavayê Helebê pêk anîn.

Di heman derbarê de, hêzên rejîmê gundê Avis ê bakurê Seraqibê bi dest xist. Bi vê yekê piştî têkçûna duh li Seraqibê, rejîmê bajarok ji hemû aliyan ve dorpêç kir. Li gorî çavkaniyên SOHR`ê bi dehan çeteyên li Seraqibê hatine dorpêçkirin.

Her wiha fermandariya hêzên rejîmê îro got êrişên Îsraîlê ji bo parastina derbasbûna karwanê dewleta Tirk ji bo erdên Sûriyê bû.

(cx)